PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Yewnanistanê ji NY’yê xwest ku peymana Tirkiyeyê û Lîbyayê şermezar bike

Yewnanistanê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku peymana deryayê ya navbera Tirkiyeyê û Lîbyayê mehkûm bike

Berdevkê hikumeta Yewnan Stelîos Petsas ragihand, hevkariya leşkerî ya navbera dewleta tirk û hikumeta Trablûsê ya Lîbyayê ku piraniya wan Îslamîst in, aştî û aramiya li herêmê ‘têk dibe’.

Petsas xwest peyman pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin ku bê mehkûmkirin.

Yewnanistanê ji ber peymana navbera Tirkiyeyê-Lîbyayê, di 6’ê Kanûnê de Sefîrê Bilind ê Lîbyayê yê li Atînayê dersînor kiribû.

Hikumeta li Trablûsê red kiribû ku naveroka peymana bi nîqaş eşkere bike ku sînorê deryayê destnîşan dike.

Dewleta Tirk di 27’ê Mijdarê de li Stenbolê bi şefê hikumeta Trablûsê Fayez El Saraj re peyman mohr kiribû.

Atîna bi rengekî tund peyman şermezar kiribû û ragihandibû ku ev yek binpêkirina hiqûqa deryayê ya navneteweyî û mafê serweriyê yê welatên din û Yewnanistanê ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve Alexandros Gennîmatas got, “Di navbera Tirkiyeyê û Lîbyayê de sînor nîne.”

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîçotakîs diyar kiribû ku ev peyman ‘hin giravên yewnan ji nedîtî ve tê’ û DYA, Yekîtiya Ewropa, Misir û Îsraîlê jî nerazîbûn nîşanî peymanê dan.

Mîçotakîs di destpêka meha Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku karên îllegal ên dewleta tirk ên li Rojhilatê Derya Spî sabotekirina têkoşîna DYA’yê ya li dijî guhertina avhewayê ye.

Dewleta tirk her wiha ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Lîbyayê bi rengekî eşkere binpê dike. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiye, Urdun û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî kir ku hurmetê nîşanî ambargoya çekan a li dijî Lîbyayê bidin. Dewleta tirk di mehên derbasbûyî de gelek caran malzemeyên leşkerî yên giran ji Lîbyayê re şand ku di vê der barê de nûçe hatin weşandin. Her wiha di 18’ê Gulanê de bi dehan wesayitên zirxî gihand Lîbyayê û dîmenên vê yekê hatin weşandin. Yekîneyên general Halîfe Haftar ku Rojhilatê Lîbyayê kontrol dikin ragihandin ku gelek caran balafirên bê mirov ên şer ên dewleta tirk xistine xwarê. ATÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar