Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Behsa kîjan ‘gelê Sûriyeyê’ dikin?

Beriya çend rojan serokomarê tirk Tayyîp Erdogan di daxuyaniyeke der barê hebûna leşkerên xwe ya li Sûriyeyê de axivî û wiha got: “Em ji Sûriyeyê dernakevin heta ku hêzên din li wir hebin û heta ku gelê Sûriyeyê ji me re nebêje temam êdî em spas dikin û hûn dikarin derkevin, tenê wê gavê em ê leşkerên xwe ji axa Sûriyeyê vekişînin.’

Bi rastî jî dema mirov bala xwe dide vê daxuyaniyê baş tê xuyakirin ku Erdogan çiqasî ji rastiya li ser axê dûr e û ev daxuyaniya wî ji aliyê tu kesên ji gelê Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin.

Gelo dema Erdogan dibêje ‘gelê Sûriyeyê’  ew ji kê re dibêje? Jixwe Erdogan û hikûmeta wî gelê, rejîma heyî û parlamentoya Sûriyeyê qebûl nake. Erdogan dema dibêje gelê Sûriyeyê di serî de ew behsa wan komên çete yên li deverên di bin kontrola xwe de bicihkirine, dike. Her wiha behsa lijneya muxalefetê ya ku bi destê xwe ava kiriye û ji bo guftûgoyên der barê destûrê de şandiye Cenevreyê dike.

Dema dibêje ‘Gelê Sûriyeyê’ ew behsa muxalefeta girêdayî xwe û komên çete yên ku di bin kontrola artêşa wî de gelek deverên Sûriyeyê dagir kirine, dike.

Bêguman ji bo wê yekê niha amadekariyên mezin tên kirin, li hemû deverên ku ji aliyê artêşa tirk û çeteyan ve hatiye dagirkirin.  Kesên ku li wan deveran hatine bicihkirin jixwe malbatên wan çeteyan in û rasterast xwe bi temamî teslîmî hikûmeta tirk kirine. Li wan deveran ji her alî ve amadekarî tên kirin, ji ferzkirina zimanê tirkî û perwerdeya bi wî zimanî ta bi dan û standina bi pereyên tirkî.

Bêguman dema ku Erdogan dibêje gelê Sûriyeyê ew pişta xwe bi van çete û malbatên wan ve girê dide û bawer e ku referandûmekê li wan deveran çêbike dê bêjin bila hikûmeta tirk li vir bimîne.

Di heman çarçoveyê de di dagirkeriya dawî ya Serêkaniyê û Girê Spî de em dibînin ku gelê li wir dijîn ne li gorî xizmeta wê siyaseta wî ye, lewre jî ew zext û zorê li gelê wan deveran dikin; wan ji malên wan derdixin û li şûna wan malbatên çeteyên xwe bicih dikin.

Bi vê yekê hem dê guhertineke demografîk bike û kurdan dûrî axa wan bike hem jî alîgirên xwe yên ku dê tu caran jê re nebêjin ji vê erdê derkeve, bicih bike.

Ez bawer im ku heke bi rastî anketek an jî referandûmek çêbibe û bêjin hûn hebûna dewleta tirk li ser axa welatê xwe qebûl dikin an na dê ji sedî 99 bêjin hebûna wê li ser axa me dagirkerî ye û divê derkeve. Lê her kes dizane ku Erdogan bi wê daxuyaniya ne behsa gelê Sûriyeyê dike, ew behsa alîgirên xwe yê komên çete û malbatên wan ên ku li bajarên dagirkirî bicihkirine, dike.

Piştî vê daxuyaniyê gelek nerazîbûn ji alî rayedarên hikûmeta Sûriyeyê ve jî çêbûn. Ew rayedarên ku heta niha zêde dengê xwe li dijî dagirkeriya artêşa tirk dernedixistin jî êdî ketin ferqa metirsiya vê dagirkeriyê.  Rayedarên hikûmeta Sûriyeyê heta niha xwe bêdeng dikirin û ji xwe re hesab dikirin ku bi van êrîşan dê bikaribin kurdan û rêveberiya xweser mecbûr bikin ku tawîzan bidin û rê li ber wê yekê vebe ku rejîm dîsa herêmê bixe bin kontrola xwe. Lê ji vê daxuyaniya Erdogan jî zelal dibe ku di demên pêş de dê ev dagirkeriya dewleta tirk ji wan deveran re pirsgirêk û sergêjekên mezintir ji daxwazên rêveberiya xweser û gelên herêmê re bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar