Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîs û leşker hewl didin bi pereyan malbatan bibin ber deriyê HDP’ê

Leşker, polîs û kesên nenas ên ku xwe weke xebatkarên wezareta karên hundir nîşan didin, li malbaten ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne digerin û jê dixwazin ku biçin ber avahiya HDP’ê û beşdarî çalakiyê bibin. Malbatên ku vê daxwazê red dikin jî gelek caran bi teklîfên pere û kar tên tacîzkirin

Hin malbat di 3’yê îlonê de bi angaşta ‘PKK’ê zarokên me derxistine serê çiya’ li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên leşker û polîsên di demên cuda de ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatine girtin jî beşdarî van malbatan bûn. Ji wê rojê heta niha tenê çend malbat mane û vê çalakiyê didomînin. Malbat fikirîn ku dê ev bendemayîna wan encam nede û yek bi yek dawî li çalakiya xwe anîn.

Leşker û polîs ji bo ku malbat çalakiya xwe dewam bikin ketine nava lêgerînên nû. Hin malbatên ku bi salan berê zarokên wan tev li PKK’ê bûn rastî tacîza emniyetê tên. Hin kesên li ser navê emniyetê li malbatan digerin, wan aciz dikin. Ev kes dixwazin malbatan bibin ber HDP’ê û beşdarî çalakiyê bikin. Dema ku xwesteka van kesan paş ve tê zivirandin vê carê jî serî li teklîfa kar û pereyan didin.

Ev kesên xwe weke polîsan didin nasîn, li Bismil a Amedê di mehekê de 3 caran li malbata endamekê PKK’ê ku beriya 10 salan tev li bûye tacîz kirin. Van kesan zext li malbatê kir ku biçin ber HDP’ê û beşdarî çalakiyê bibin. Tevî zextan jî malbatê xwesteka wan red kir û ev yek têrê nekir van kesan vê carê jî teklîfa kar û pereyan li malbatê kirin.

Endama malbata ku ji ber ewlehiyê nasnameya xwe aşkera nekirin diyar kirin ku polîs bi komên 4 kesî bi maşîneyên zirxî çûne mala wan. Malbatê xwest ku ev zexta li ser wan bi dawî bibe.

Li aliyê din hin kesên xwe li ser navê Wezareta Karê Navxweyî didin nasîn jî li malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne digerin û teklîfa kar û pereyan li wan dikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar