Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hiqûqa dewletê ya ji bo Cizîrê: Kujer li cihê bûyerê delîlan kom dikin

Dewleta tirk di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Silopiyayê bi sedan kes bi hovane qetil kir. Lê dozgerên dewletê li şûna ku biçin cihê komkujiyê û delîlan kom bikin, polîs şandin. Her wiha der barê 86 dosyayan de jî bi hincetên sosret biryara ‘neşopandinê’ dan. Dewlet li hêlekê tevî ku dîmenên komkujiyê pê re hene nade û li hêla din jî hewl dide doza Cizîrê bixe nava dosyayên ‘kiryar nediyar’

Di 14’ê kanûna sala 2015’an de li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Bi ser qedexeyê 4 sal derbas bûn. Qedexeya li Cizîrê 79 rojan dom kir. Dewleta tirk di dema qedexeyê de bi tank, wesayîtên zirxî û çekên giran bi dehan avahî rûxandin û bi sedan kes jî qetil kirin. Di dema qedexeyê de hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç wiha di got: “Me çok danenî. Yên mayî bila bi me serbilind bin.” Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, Asya Yuksel û Mîrayê biçûk ku tevî kalê xwe hate kuştin jî di nav de, 177 kes li jêrzemînên sê avahiyan hatibûn şewitandin. Di dema qedexeyê de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Ev dane bi serlêdanên malbatan derketibûn holê. Lê belê tê gotin hejmara kesên li bajêr jiyana xwe ji dest dane zêdetirin.

Li gorî raporên ku rêxistinên mafên mirovan ji kesên hatine qetilkirin yek jê pitik, 41 jê zarok û 22 jî jê jin bûn. Cenazeyên hin kesên hatibûn şewitandin jî dewletê radestî malbatên wan kiribûn. Lê belê hîn jî cenazeyên Ferîde Yildiz, Sakîne Durmiş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Sûsîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mûstafa Keçanlû û Emrah Aşkin nedane malbatên wan.

Ji bo 86 dosyayan biryara ‘neşopandinê’

Di lêpirsînên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê hatin destpêkirin de, heta niha der barê 86 dosyeyan de biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayîn. Îtirazên ji bo van biryaran jî hemû hatine redkirin û her 86 dosya ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re hatine şandin. Her wiha ji serlêdanên ji bo tazmînata madî-manewî jî 59 jê hatine redkirin.

‘Hejmara kesên hatine kuştin hê jî nezelal e’

Ji parêzerên kesên li Cizîrê hatine qetilkirin Huseyîn Tul der barê dosyayê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ahmet Kanbal û Mujdat Can re axivî. Tul anî ziman di dema qedexeya derketina kolanan de gelek binpêkirinên mafan hatin kirin û wiha domand: “Beriya her tiştî mafê jiyanê, mafê perwerdehiyê, mafê azadî, ewlehî û tenduristiyê hate binpêkirin. Ev binpêkirin piştî qedexeyan jî dom kir. Piştî qedexeyan kesên hatin kuştin hebûn. Ev binpêkirin hê jî didomin. Hejmara kesên di dema qedexeyê de li Cizîrê hatine kuştin hê jî nediyare. Tê gotin ku cenazeyên 16 kesan hê jî nehatine tespîtkirin.”

Kujer delîlan kom dikin!

Di berdewamê de jî Tul got ku diviyabû ku dozger li ser van qewimînan xwe bi xwe delîl kom bikirana û wiha pê de çû: “Di serî de diviyabû li cihê bûyerê lêkolîn bikira û delîl kom kiribûna. Me çend caran jê re got lê neçû. Wê demê rêxistinên parêzeran hatin û me pê re hevdîtin kirin. Lê encamek jê derneket û dozger tu lêkolîn nekirin. Kesên delîlan kom dikin girîng in. Hema hema hemû kesên ji bo kesên hatine kuştin li Cizîrê lêkolîn kirin polîs bûn. Ango ev lêpirsîn hêj di serî de hatiye binpêkirin. Ji tunekirina delîlan heta delîlên biguman. Doz vaye dikeve sala 5’an lê dev ji dozê berde, hêj weke gumanbar îfadeya polîsekî jî negirtine. Wisa dixuye ku na girin jî.”

Bi îdiayên derew hewl didin komkujiyê rewa bikin

Bi domdarî jî Tul bi lêv kir ku di lêpirsîna ji bo kesên hatine qetilkirin de îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatiye kirin û wiha got: Ji ber vê îdiayê jî der barê gelek dosyayan de biryara neşopandinê dan. Sedema vê jî hinceta ‘Endamekî/ê rêxistinê hatiye kuştin. Ev mafê parastinê ye û hiqûqî ye’ nîşan didin. Her wiha gotinên şahidên aşkera û nepen lê hatine zêdekirin. Lê şahidên aşkera di danişînê de gotin ku bi îşkenceyê îfade jê hatine girtin. Der barê 86 dosyeyan de biryara neşopandinê hate dayîn. Her 86 dosye jî niha li AYM’ê ne. Wisa dixuye ku dê di demekî nêzde bên lêkolînkirin.”

Delîl tên reşkirin

Parêzer Huseyîn Tul daxuyand ku ji roja destpêkê ve helwesta dozger a ji bo kesên hatine qetilkirin zelal e û wiha berdewam kir: “Tu delîl der barê hincetên ku dozgeran berpêş kirine nînin. Delîlên ku dozger nikarin bi îdiayên xwe pûç bikin hene. Ev jî qeydên kamerayên wesayîtên zirxî yên wê demê ne. Lê ev delîl di dosyayê de nînin. Dozgeriyê ji emniyetê xwestin lê emniyetê jê re gotiye tu dîmen nînin. Em dizanin ku ev dîmen hene. DMME’yê bi hinceta ku ‘Rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane’ doz red kiribû. Dema em parastina Tirkiyeyê dinihêrin, bi aşkerayî dibêjin ku dîmen hene. Ev jî nîşan dide ku dîmen tên veşartin û revandin.”

Dixwazin bişînin nava dosyayên ‘kiryar nediyar’

Herî dawî jî Tul ev tişt destnîşan kir: “Ji bo kesên di dema qedexeyê de hatine kuştin biryara ‘neşopandinê’ didin. Ango dixwazin vê dosyayê jî ber bi dosyayên ‘kiryar nediyar’ ve bişînin. Bi sedan dosyayên ‘kiryar nediyar’ li Tirkiyeyê hene. Tenê yek ji van dosyayan jî kiryarên wan nehatine dîtin. Xuyaye ku dê lêpirsîneke baş neyê kirin. Me serî li AYM’ê da û em ê bidin jî. Tavilê em ê ji DMME’yê re bişînin.”  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar