Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgeha Turkogluyê bi dawî bû

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 1 a Turkoglu ya Gurgumê ji ber binpêkirinên li girtîgehê, di 25’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Hat zanîn ku piştî ku daxwazên çalakvanan hatin qebûlkirin, girtiyan di 2’yê kanûnê de dawî li çalakiya xwe anî

Li Girtîgeha Jimar 1 a Turkoglu ya Gurgumê 4 girtiyan ji ber ferzkirina pêkanîna jimartina leşkerî ya ser pêyan, di 25’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat zanîn ku li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan, çalakî hate bidawîkirin. Li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê di 2’yê kanûnê de bi girtiyan re hevdîtin kir. Di heman rojê de li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan jî çalakî hate bidawîkirin.

Têkildarî mijarê bavê girtiyê bi navê Halît Şaşmaz ku ketibû greva birçîbûnê Abdurrahman Ecer axivî û ev agahî dan: “Min bi kurê xwe re hevdîtin kir. Ji min re got ku midûrê girtîgehê, dozgerê girtîgehê û hin parlamenteran bi wan re hevdîtin kirine. Kurê min got; ‘Rêveberiya girtîgehê soz da ku dê dawî li binpêkirinan bînin û êdî cezayê disiplînê li wan nabirin. Li ser vê yekê jî me çalakiya xwe bi dawî kir.’”

Hat zanîn ku daxwazên girtiyan wiha bûn: “Bila ferzkirina jimartina leşkerî ya li ser pêyan bi dawî bibe, lêgerîna tazî ya di dema ketina girtîgehê de bi dawî bibe, bila meşa leşkerî ya di korîdorê de bi dawî bibe, betalkirina cezayên disiplînê yên keyfî, bidawîkirina sepana nasnameya berstûh û dayîna rojname, pirtûk, name û kargoyên din.” GURGUM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar