Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Leşkeran Kaya qetil kirin û hevjîna wî jî di bin çavan de digirin

Leşkerên dewleta tirk di 6’ê kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê Dutaxê de girtin û şêniyê bi navê Mûrat Kaya qetil kirin û 10 kes jî binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin Cemal Aksoy û Fîkret Çetîn hatin girtin. Hevjîna Kaya, Zozan Kaya jî hêj di bin çavan de ye

Leşkerên dewleta tirk di 6’ê kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê navçeya Dutax a Agiriyê de girtin. Di serdegirtinê de şêniyê gund Mûrat Kaya ku bavê 3 zarokane, ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hate qetilkirin. Her wiha 10 şêniyên gund jî hatin binçavkirin. Ji 10 şêniyên hatin binçavkirin 2 kes jê hatin girtin. Ji kesên hatin binçavkirin yek jê jî hevjîna Mûrat Kaya, Zozan Kaya bû. Zozan Kaya hêj di bin çavan de ye. Di serdegirtina gund de leşkeran şêniyê bi navê Ahmet Aksoy jî bi lêdanê birîndar kiribû.

Welatiyên bi navên Hanim Aksoy, Alîcan Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fîkret Çetîn û Mehmet Siddik Çetin ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan Hanim Aksoy, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy û Fîkret Çetîn ku bi îdiaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ sewqî dozgeriyê hatin kirin, piştî îfadeya xwe hatin berdan.

Welatiyên bi navên Ahmet û Hanim Aksoy ku derketin dadgeha nobedar serbest hatin berdan. Cemal Aksoy û Fîkret Çetîn jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Patnos a Agiriyê.

Hevjîna Kaya, Zozan Kaya û Bîrgul Çetîn jî hêj di bin çavan de ne. Tê payîn ku wan sewqî dozgeriyê bikin. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar