Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Wezaret û emniyet zexta ‘Biçe kurê xwe bîne’ li bav dikin

Kurê Giyasedîn Doganay 5 sal berê tev li PKK’ê bûye. Lê belê Wezareta Karên Hundir 2 caran û Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê jî carekê lê ferz kiriye ku ‘gazî kurê xwe bike’

Wezareta Karên Navxweyî, midûriyetên emniyetên bajaran û fermandariyên cendirmeyan, bi ser malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne diçin. Hat diyarkirin ku nexasim jî piştî çalakiya li ber avahiya HDP’a Amedê, polîs û leşker telefonî malbatan dikin an jî diçin cem malbatan û wan nerihet dikin. Yek ji vê malbatê jî malbata Doganay e. Giyasedîn Doganay ku li Sûr a Amedê dijî, heta niha Wezareta Karên Hundir 2 caran û Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê jî carekê lê geriyaye.

Giyasedîn Doganay anî ziman ku di mijdara 2018’an de Wezareta Karên Hundir telefonî wî kiriye û gazî wî kiriye ku bê kafeyekê û wiha got: “Gotin me ji bo kurê te telefonî te kiriye û em dizanin kurê te li ku derê ye. Baweriya min bi wan nehat. Neçûm. Gotin wer filan qehwexaneyê. 3 kes bûn. Di wesayîtê de jinek jî hebû. Wêneyê kurê min nîşanî min dan, gotin ‘Em dizanin kurê te li ku derê ye. Her wî bîne.’ Xwestin gazî kurê xwe bikim.”

Doganay diyar kir ku heman kesa jê re gotiye ‘Biçe avahiya HDP’a Dêrsimê, bila milîsên li wir aliyê te bikin’ û got ku lê belê wî ev tişt qebûl nekiriye.

Wezaret û emniyet bi hev re digerin

Di axaftina xwe de Doganay destnîşan kir ku vê carê di gulana 2019’an de Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê telefonî wî kiriye û wiha domand: “Ji min re gotin, em dizanin kurê te li ku derê ye, gazî wî bike û wî qaneh bike. Ma kurê min mî ye ku biçim bi stuyê wî bigirim û bînim. Jixwe baweriya min jî bi wan nayê.”

Doganay diyar kir ku herî dawî du hefte berê Wezareta Karên Hundir careke din lê geriyaye û jê re gotine ‘Em ji Enqereyê telefonî te dikin. Ji bo tu kurê xwe bibînî em ê aliyê te bikin. Gazî wî bike.’

Her wiha Doganay ji bo careke din neyê nerihetkirin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar