Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Axaftina bi kurdî bi xwe serîrakirinek e’

Nivîskar Firat Cewerî anî ziman ku tevî polîtîkayên asîmlasiyonê dîsa jî kurdî hebûna xwe didomîne û got ku xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî serîrakirin e

Nivîskar Firat Cewerî qedexe, zext û zoriyên li ser kurdî nirxandin û bal kişand ser girîngiya ziman.

Cewerî diyar kir ku wêje û zimanê kurdî bi zilm û zordariyeke xedar re rû bi rû maye lê belê ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî wêjeya kurdî heta niha hebûna xwe dewam kiriye. Cewerî di van şert û mercên navbirî de ji ber ku kurdan dev ji zimanê xwe bernedaye, vê rewşê wekî rewşeke ‘mûcîzeyî’ bi nav kir û wiha got: “Niha gelek nivîskarên kurd û li ber destê me bi sedan berhemên kurdî hene. Bi dehan weşanxaneyên kurdî hene ku ligel zext û zoriyan jî karê xwe dikin. Bi dehan komên xwendinê hene ku berhemên kurdî dixwînin.”

Di axaftina xwe de Cewerî destnîşan kir ku her wiha derdoreke ciwan û dînamîk ku bi eleqeyeke mezin nêzî kurdî dibin heye û got ku divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û wiha domand: “Ji bo hebûna zimanekî, ji bo zimanek bibe zimanekî gerdûnî, perwerdehî bivê nevê ye. Nexasim ji bo teşwîqkirinê divê qadên xebatê bên peydakirin. Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bêyî mirov têkeve nava cihêkariyên bîrdoziyî divê hewldan, liv û tevger çê bibin. An jê wê kurdî bi xetereya tunebûyînê re rû bi rû bimîne.”

‘Kurdî bi xwe siyaset e’

Cewerî diyar kir ku xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî li hemberî qedexekaran ‘serîrakirinek’ e û got ku kurdî bi xwe rasterast siyaset e.

Cewerî destnîşan kir ku li hemberî qedexeyan û binpêkirina azadiya fikr û ramanê, divê rewşenbîr û nivîskar têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Heger siyaset çalakiyeke kolektîf be, nexwe wêje jî têkoşîneke şexsî ye. Heger ji derve mudaxele li ser naverok û awayên berhemeke wêjeyî çê bibin û nivîskar jî berhema xwe li gor mudaxeleya siyasetmedar û bîrdoziyekê binivîse, emrê wê berhemê wê ne dirêj be. Ew ji berhemeke wêjeyî wêdetir dibe metneke propagandayî. Lê nivîskarî xebateke şexsî ye û ev nayê wateya ku divê nivîskar li hemberî siyasetê be.”

Divê kurd bi hev re tevbigerin

Her wiha Cewerî anî ziman ku divê kurd ji bo mafê xwe yê neteweyî û demokratîk bi hev re tev bigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Afirandina bîra neteweyî, bi têkoşîna li ser esasên bîra neteweyî pêkan e. Nerihetiyên di navbera gel de, di esasê xwe de esera siyasetmedaran e. Nabêjim bila partiyên kurd hemû bibin yek, heta li dijî vê fikrê me. Çimkî di pergala yekpartiyî de cih ji demokrasiyê re tuneye. Lê partiyên kurdan divê ji bo mafê neteweyî, mafên demokratîk ê kurdan bi hev re tev bigerin.” KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar