Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê baregeh û navendên sîxûriyê yên dewleta tirk ji Başûr bên derxistin’

Welatiyên Kelarê diyar kirin ku dewleta tirk her tim ji bo dagirkirina temamiya Kurdistanê ketiya nava hewldanan. Welatiyan da zanîn ku divê baregehên leşkerî yên dewleta tirk ji xaka Başûr bên derxistin

Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser rojava û başûrê Kurdistanê û her wiha hebûna baregehên leşkerî û sîxurtiyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê Botan Germiyanî re axivîn.

Têkildarî mijarê rojnameger Ziryan Mihemed di serî de dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û anî ziman ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê baregeh û navendên sîxûriyê yên dewleta tirk ji xaka başûrê Kurdistanê derxîne. Bi domdarî jî Mihemed diyar kir ku ger li ser vê mijarê helwestekî cidî negirîn, dewleta tirk tişta ku aniye serê rojavayê Kurdistanê, dê bîne serê başûrê Kurdistanê jî.

Armanca dewleta tirk

Çalakvanê civaka sivîl Şaho Ebdullah jî destnîşan kir ku dewleta tirk di temamiya dîrokê de her tim ji bo dagirkirina Kurdistanê her tim di nava planan de bû û wiha domand: “Tirkiye dixwaze wan herêmên di dema desthilata Osmaniyan de careke din dagir bike. Ev yek bi dagirkirina Efrînê dest pê kir û li herêmên din ên Kurdistanê jî belav bû.”

Xeyala Mîsakî Mîllî

Di dawiyê de jî Ebdullah ev tişt anî ziman: “Armanca dewleta tirk pêkanîna xeyala Mîsakî Millî ye. Di hêla sîxuriyê de li başûrê Kurdistanê bi aşkerayî bi cih bûye. Bi taybet jî li herêma PDK’ê xwe qayîm kiriye. Bi vê yekê rê dixwaze herêmên Qendîlê dagir bike û ji bo herêmên din û Kerkûkê jî bikeve nava hewldanan. Divê li dijî vê helwesteke tund bê nîşandan û kampanyaya boykotê bê berfirehkirin. Xuyaye ku ya ku dewleta tirk li ser pêyan dihêle aborî ye. Divê em ziyanê bigihînin aboriya ê. Ji bo derxistina leşkerên wê ji xaka Başûr jî divê aliyên siyasî bikevin nava tevgerê.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar