Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Divê partiyên siyasî daxwaza gel a ji bo yekitiyê pêk bînin’

Endamên rêveber ên saziyên sivîl ên Helebê diyar kirin ku li dijî êrîş û zehmetiyên heyî bersiva herî baş, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Rêveberan destnîşan kir ku divê partiyên siyasî nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û daxwaza gel pêk bînin

Partî û tevgerên siyasî yên kurdî hewl didin bi tevlêbûna hemû partî, rêxistin û saziyên kurd, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Bi taybet jî bi êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava re ev hewldane jî zêdetir bûn. Têkildarî mijarê endamên rêveber ên saziyên sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji ANHA’yê re axivîn.

Der barê mijarê de endama Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê Suad Hesen anî ziman ku di vê pêvajoya hesas de pêwîst e gelê kurd yekitiya xwe ava bike. Hesen diyar kir ku bi  taybet jî di navbera partî û tevgerên siyasî yên kurdî de yekitî divê hebe û wiha domand: “Ji ber ku jixwe gel bûye yek. Em di pêvajoyeke qirkirinê re derbas dibin. Hemû dijminên kurdan qirkirina kurdan armanc dikin.”

‘Gel yekitiya xwe ava kiriye’

Di berdewamê de jî Hesen anî ziman ku gelê kurd di Berxwedana Rûmetê de mil da milê hev û wiha dom kir: “Mînaka wê jî tevlêbûna ciwanan a ji başûrê Kurdistanê ya di nava refên Berxwedana Rûmetê de ye. Pêngava boykotkirina malên tirkî jî yek ji van mînakan e. Di vê demê de bersiva herî baş a li dijî van êrîşan, hevgirtina partî û rêxistinên siyasî yên kurdî ye ku bibin yek deng, yek dil û vînek.”

‘Yekitiya neteweyî xewnên pêşiyan bû’

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Taxa Eşrefiye a Helebê Ehmed Cafer jî ev nirxandin kir: “Yekitiya neteweyî xewna pêşiyan bû. Dixwestin ku vîna gelê kurd bibe yek û nûnerên wan li cem civaka navneteweyî cih bigirin. Divê nêrîna kurdan bibe yek, nakokiyên xwe yên siyasî derbas bikin û ji berjewendiyên partîtî dûr bikevin. Ji wê zêdetir li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigerin. Ez bang li partiyên siyasî dikim ku yekitiya xwe ava bikin û daxwaza gel pêk bînin.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar