Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Dem êdî dema yekitiya neteweyî ye

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê têkildarî yekitiya neteweyî axivîn û diyar kirin ku di dîrokê de li pêşiya kurdan her tim pirsgirêka herî mezin bûye yekitî. Nûneran anî ziman ku ger kurd yekitiyê ava bikin, hemû pirsgirêkên xwe dikarin bi hêsanî çareser bikin. Nûneran got; ‘Gelê me êdî yekitiya xwe ava kiriye. Dem êdî dema yekitiya neteweyî ye.’

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê re, bangawaziyên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî zêdetir bûn. Bi vê boneyê di 5’ê kanûnê de bi tevlêbûna gelek partiyên kurdistanî li Amedê civînek hat lidarxistin û nexşerêyeke avakirina yekitiya neteweyî hat ragihandin. Têkildarî mijarê serokê Federasyona Komeleyên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhekîm Daş, serokê Komeleya Dihêyiyan Mûsa Kurt û serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dînçer ji MA’yê bi Mehmet Halît Çetînbaş re axivîn.

Abdulhakîm Daş di serî de bal kişand ser çalakiya hunermendên kurd ên li Ewropayê û wiha got: “Di dîrokê de astengiya herî mezin a li ber kurdan, her tim bûye nebûna yekitiya wan.  Ji ber vê yekê jî bangewaziyên tên kirin, girîng in. Yekitî û tifaqeke ku tevahiya Kurdistanê di nava xwe de nehewîne, ne pêkane ku bi ser bikeve. Divê hemû saziyên kurdan li dora yekitiyê bibin yek û piştgiriyê bidin. Divê saziya herî biçûk jî li derveyî vê tifaqê nemîne. Em jî amade ne ku tişta dikeve ser milê me em bikin. Komeleya me jî 2-3 sal berê tev li civîn û daxuyaniyan bû û destek da van xebatan. Em niha jî ji bo piştgiriyê amade ne.”

‘Ger em bibin yek dê pirsgirêk bi hêsanî çareser bibin’

Der barê mijarê de Mûsa Kurt jî anî ziman ku armanca wan yekitî û biratî ye û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku kurdên li hemû parçeyan bên cem hev û bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn. Ger ku em bi hev re bin û bibin yek, dê pirsgirêk bi hêsanî bên çareserkirin. Di vî warî de çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikini.”

‘Gelê me yekitiya xwe ava kiriye’

Herî dawî jî serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dînçer axivî û nêrîna xwe wiha parve kir: “Di sala 2017’an de em û rêxistinên civaka sivîl ji bo yekitiya neteweyî li Amedê kom bûn. Lê wê demê partiyên siyasî xwe pir nedan ber vê hewldanê. Di navbera gelê me de yekitî ava bûye. Dema li Rojava tiştek diqewime, li Rojhilat gelê me radibe ser pêyan. Heman tişt li Bakur çêdibe. Êdî divê rêxistinên civaka sivîl rabin ser pêyan û bibêjin; ‘Em naxwazin bi awayekî parçeyî bijîn.’ Em rêxistina civaka sivîl a Kurdistanê ne. Niha dem dema yekitiyê ye. Divê em bi hev re rabin ser pêyan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar