Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Rêxistinên mirovî çavên xwe li koçberên Serêkaniye û Girê Spî girtine

Bi sedhezaran welatiyên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn. Welatî di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Tevî vê karesata mirovî jî rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê xwe li bêdengiyê danîne

Bi destpêkirina êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê El Nusra, DAIŞ û ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê’ yên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar welatiyên herêmê ji warên xwe koçber bûn. Welatî gelemperî li herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Tevî bêderfetiyên heyî jî rêxistinên mirovî yên navneteweyî çavên xwe li vê karesata mirovî girtin.

Ji şêniyên koçber bûn zêdetirî 150 malbat ku hejmara wan 2 hezar bêhtire li navçeya Şedad a Hesekê bi cih bûn. Rêveberiya Xweser hewl dide li gorî derfetên xwe alîkariyê bide welatiyên koçber. Têkildarî mijarê endamê Rêveber ê Meclisa Şedadê Serhan El Dixêm axivî û diyar kir ku malbatên koçber ji ber dijwariya êrîşan ji bilî cilên xwe, her tişt li pey xwe hiştine û derbasî herêma wan bûne.

Dagirker nahêlin welatî li warên xwe vegerin

Malbatên koçber di nava şert û mercên zehmet de ne û pêwîstiya wan a  lezgîn bi çareseriyê heye. Ji ber ku hêzên dagirker nahêlin tu welatiyên koçber bûn, li warên xwe vegerin. El Dixêm got ku gelê Şedadê tişta ku bi destê wan hat ji koçberan re pêşkeş kir û wiha bi dawî kir: “Tenê Rêveberiya Xweser alîkariyê dide şêniyên koçber. Rêxistinên mirovî yên navneteweyî xwe li bêdengiyê danîne.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar