Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Li Dutaxê hovîtî pêk hat

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku li navçeya Dutaxê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû hovîtî pêk hatiye û wiha got: “Heke Wezîrê Karê Hundir karên dijqanûnî û sûc nake, wê demê çima destûr nade ku heyeta parlamenterên me biçe gund ziyaret bike?”

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê lidar xist.

Kubîlay bal kişand ser danişînên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê û danişîna doza komkujiya mîtînga HDP’ê ya Amedê û got ku heta kujer û berpirsên komkujiyan neyên cezakirin dê edalet qet pêk neyê.

Kubîlay ji ber salvegera bidarvekirina Erdal Eren jî axivî û ew bi bîr anî.

‘Tabloya hovîtiyê di dîrokê de cih girt’

Kubîlay bal kişand ser dorpêç û qedexeyên di sala 2015’an dest pê kir û li hin deveran heta îro dewam dike û ev tişt anî ziman: “Tabloya hovîtiyê ya li wan deveran pêk hat derbasî dîrokê bûye. Dîrok, bajar û jiyana însanan hat serûbinkirin û tunekirin. Her wiha derbarê lêpirsênên kuştinên li wan bajaran qedexe jî danîn û ji ber vê yekê bi qasî sere derziyê jî pêşketin pêk nehat.”

‘Em ê dayika Taybet û Cemîla biçûk ji bîr nakin’

Di axaftina xwe de Kubîlay anî ziman ku yek ji êrîşên hovane li dijî Dayika Taybet û Cemîle Çagirga pêk hat û diyar kir ku dê rûmet û wijdana mirovahiyê Dayika Taybet û Cemîleya biçûk qet ji bîr neke.

Sivîla siyasî ya Tirkiyeyê

Kubîlay kuştin, îşkence, koçberkirin, binçavkirin, girtin û înfaz û her wiha desteserkirina vîna gel bi bîr xist û got ku di warê binpêkirina mafên mirovan de Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde sicîla wê ya siyasî nepixî ye.

478 sîvîl jiyana xwe ji dest da

Di axaftina xwe de Kubîlay bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ku bi çeteyan li hemberî bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê 300 hezar însan ji warê xwe hatine koçberkirin û 478 sîvîl jiyana xwe ji dest dane.

Heyeta HDP’ê hat astengkirin

Kubîlay bal kişand ser 4 kesên li gundê Mûşiyan ê navçeya Dutaxê ya Agiriyê ku di 6’ê kanûnê de hatin kuştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji bûyerên bi hovîtî pêk hat jî bûyera gundê Mûşiyan e. Di operasyona pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nav kuştiyan de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan ku li gurbetê dixebite û hatiye cem malbata xwe jî hebû. Li gorî vegotina malbatê û dîmenên hatine parvekirin, bi sedan gule reşandine Murat Kaya. Cenaze piştî 3 rojan dane malbatê. Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hatiye definkirin. Kuştina Murat Kaya ne bes e, hevjîn û birayên wî jî binçav kirin. Her wiha heyeta partiya me ku ji wekîlên me pêk dihat, ji bo hovîtiya li gund pêk hatiye lêkolîn bike û bişopîne xwest biçin gund. Lê leşkeran heyeta me asteng kir û nehişt biçe gund. Çima? Heke tiştek hûn ji gel veşêrin û biniximînin tune be, tiştên hûn dibêjin ne derew be û îftira nîn bin, çima hûn nahêlin parlamenterên me yên Agiriyê biçe gund?  Heke Wezîrê Karê Hundir karên dijqanûnî û sûc nake, wê demê çima destûr nade ku heyeta parlamenterên me biçe gund ziyaret bike? Divê Wezaret vê astengkirinê aşkera bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar