Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Piştî du salan 10 cenaze teslimî malbatan kirin

267 cenazeyên endamên PKK’ê yên ji bo testa DNA’yê ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û birin Stenbolê, piştî kar û barên Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê li Goristana bêkesan a Kilyos a Sariyerê defin kiribûn. Piştî 2 salan testa DNA’yê ya 10 cenazeyan hat aşkerakirin û teslîmî malbatan hat kirin

Leşkeran bi fermana dozgeriya Komarê ya Bedlisê di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenazeyên endamên PKK’ê, bêyî agahiyê bidin malbatan ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jor derxistibûn û ji bo testa DNA’yê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Di nava demê de 5 cenaze teslîmî malbatan kiribûn. 262 cenaze jî bi sedema testa DNA ne diyar e di adara 2019’an de li Goristana Kilyos a Sariyerê defin kiribûn. Piştî cenaze birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û 5 malbatan cenazeyên xizmên xwe girtin, 30 malbatên din jî bi armanca DNA diyar bibe serî li Saziya Tipa Edlî dan. Ji 30 malbatan testa 11 malbatan a DNA û cenazeyan li hev hatibûn. 11 malbatên testa DNA diyar bû serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan û dozger biryar da ku cenazeyan bidin malbatan. Malbat piştî vê yekê evraqên xwe birin û serî li Midûriyeta Goristana Zincirlikuyu dan û ji wir derbasî Goristana Kilyos a Bêkesan bûn. Ji 11 malbatan 10 malbatan cenazeyên zarokên xwe girtin. Cenazeyê Huseyin Doner jî bi hinceta evraq kêm in û hêj evraq negihiştine destê rayedaran teslîmî malbatê nekirin.

Cenaze li ser hev definkiribûn

Hat dîtin ku hestiyên cenazeyan xistibûn kutuyên plastik û li ser hev defin kiribûn. Dema hestî ji nava axê derxistin hinek endamên malbatan ji ser hişê xwe çûn. Şukriye Sîncar hestiyê xwişka xwe Muzeyyen Gordegîr girt û wiha got: “Piştî têkoşînek demdirêj me hestiyê xwişka xwe û zarokên xwe girtin. Bila malbatên din jî bên li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin. Bila malbat hemû ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin biçin serî li dozgeriyê bidin.”

Malbatan piştî cenazeyên zarokên xwe girtin, ji bo defin bikin ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.

Navê cenazeyên ku teslîmî malbatan hatin kirin wiha ne: Ferhat Can (Ferhat Garzan), Burhan Altintaş (Numan Tatvan), Fedakar Turan (Vecîp), Faysal Bîngol (Herekol), Mehmet Reşît Karakoç (Gabar) û Necla Karabay (Zekiye) dê li navçeya Tetwanê ya Bedlisê bên definkirin. Cenazeyên Ahmet Doner (Edîp) û Behzat Yildirim li navçeya Hîzanê ya Bedlisê li Kanî Garzan defin bikin. Cenazeyê Muzeyyen Gordegirî (Bêrîvan) li Êlihê û cenazeyê Nadîre Elma jî dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin bikin.

Cenazeyên 252 kesan jî li benda serlêdana malbatan in. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar