Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglû yên bi rojnameger Azîz Orûç re hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Lêpirsîna Orûç didome û biryara nepen danîn ser dosyeya wî
Li navçeya Bazîdê ya Agirî di 11’ê kanûnê de li gel rojnameger Azîz Orûç, Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu hatibûn binçavkirin. Îfadeyên Ekelek û Muftugolû yên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Bazîdê û derxistin dozgeriyê.
Piştî îfadeyên Ekelek û Muftuoglû li dadgehê bi dawî bûn bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agirî.
Biryara ‘nepen’ danîn ser dosyeya Orûç
Lêpirsîna rojnameger Azîz Orûç li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê hêj didome. Hat zanîn ku biryara “nepen” danîne ser dosyeya Orûç û qedexeya ser parêzer nikare wî bibîne jî didome. AGIRÎ