Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Şemiyê aqûbeta Demîr û Akîpa pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 768’emîn de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa pirsîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Demîr û Egîd di 12’ê kanûna 1991’an de li şînekê vedigeriyan hatin binçavkirin û qetilkirin

Dayikên Şemiyê ji bo diyarkirina aqûbeta kesên ku hatine windakirin, cara 768’an xwestin li Qada Galatasarayê bicivin. Polîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin, ji ber vê jî dayik li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn.

Di çalakiyê de Masîde Ocak a ku xwişka Hasan Ocak ê ku piştî hatibû binçavkirin, hatibû windakirin daxuyaniya vê hefteyê xwend. Ocak nerazîbûn nîşanî biryara beraatkirina doza JÎTEM’ê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê da.

Di daxuyaniya vê hefteyê de qala windakirina Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di 12’ê kanûna 1991’an de dema ku Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa ji şînekê vedigerin ji aliyê leşkerên mezraya Agaçli ya Kerboranê tên binçavkirin. Gundî malbatên wan agahdar dikin lê fermandarê qereqolê ji malbatan re dibêje; ‘Me ew kes nedîtine.’ Leşkerekî li qereqolê bi dizî ji malbatan re dibêje ‘Biçin şikeftan’ Malbat piştî lêgerînê xwe digihînin şikefteke ku devê wê bi keviran hatiye girtin. Di wê şikeftê de cenazeyê Îbrahîm Demîr û Egîd Akîpa dibînin. Demîr û Akîpa îşkence li wan hatiye kirin û dest û çavê wan girêdayî bûn.”

Malbatan diyar kirin ku 28 salan hiqûq pêk nehatiye û ji lêpirsînê heta niha tu encam nehatiye stendin. Fehmî Akîpa yê ku kurê Egîd Akîpa bû nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û got; ‘Em ê teqez edaletê bi dest bixin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.’ STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar