Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xizmên Windayan: Pergala darazê faîlan diparêze

Xizmên Windayan û Parêzvanên Mafên Mirovan ên Amed û Êlihê vê hefteyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat gotin ku dîtin û darizandina kujerên kesên hatine windakirin, erka dewletê ye. Çalakvanan destnîşan kir ku pergala darazê tevî ewqas belge, delîl û agahiyan dîsa faîlan diparêze

Xizmên Windayan û Parêzvanên Mafên Mirovan di hefteya 566’emîn de li Amedê û di hefteya 472’yemîn de jî li Êlihê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Amedê de bang li dewletê hat kirin ku di bin sîwana meclisê de Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Hevrûbûna bi Paşerojê re’ bê avakirin. Li Êlihê jî aqûbeta serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî hat pirsîn.

Xizmên Windayan û Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 566’an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Nûner û rêveberên ÎHD û Parazvanên Mafên Mirovan li pêş Şaxa ÎHD’ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ vekirin û wêneyên windayan rakirin û qurnefîl danîn ser wêneyan. Di çalakiyê de serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn.

Di çalakiyê de Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Înîsiyatîfa Heq û Odeya Tabîban a Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Li ser navê Parazvanên Mafên Mirovan, endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin û faîlên wan bên darizandin, bi salan in bê navber têdikoşin. Yalçin anî ziman ku ji bo êşên civakî bên dermankirin divê bi ronîkirina heqîqetê pêkan be.

Daxwaza avakirina komîsyonê kirin

Yalçin destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên pir giran pêk hatine û wiha domand: “Dewlet û îktîdara siyasî xwedî erke ku van binpêkirina mafan ronî bike. Li aliyê din jî pergala darazê tevî ewqas belge, delîl û agahiyan dîsa faîlan diparêze û dinuxumîne. Pergala darazê êşa heyî li şûna derman bike, qat bi qat zêdetir dike. Mînaka vê yekê ‘Doza JÎTEM’ê’ ya Enqereyê ye. Di navbera salên 1993-1996’an de li Herêma Enqereyê 19 kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Pergala darazê di van biryaran de mixabin, li Xizmê Windayan guhdar nakin. Em dixwazin di bin sîwana meclisê de Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Hevrûbûna bi Paşerojê re’ bê avakirin û ji bo xebatê gav bên avêtin.”

Gora Aydin ziyaret kirin

Çalakî bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawî bû. Parazvanên mafên mirovan piştre gora serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ê di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û li Madenê hate kuştin ziyaret kirin.

 

Çalakiya li Êlihê

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Parazvanên Mafên Mirovan di hefteya 472’an de li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên Windayan dîsa pankarta ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de parazvanê mafê mirovan û rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ercan Başar axivî û got; ‘Bila aqûbeta windayan bê ronîkirin, kesên ev êş bi malbatan dane jiyandin bila bên cezakirin. Em bang li rêveberên dewletê dikin ku bila edalet cihê xwe bibîne. Heta edalet pêk tê em ê vê têkoşîna xwe ya mirovî û li gorî hiqûqê bidomînin.’

Aqûbeta Bahçecî pirsîn

Başar herî dawî jî serpêhatiya serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî ku di 24’ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hate revandin û windakirin, xwend. Başar wiha got: “Ji bo di serî de kujerên Îsmail Bahçecî û hemû windayên din bên dîtin û darizandin, divê îktîdara siyasî û hemû erkên dewletê erka xwe pêk bînin.”

Parazvanên mafên mirovan piştî daxuyaniyê belav bûn. AMED-ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar