Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Dundar: Dewletê di serdema qedexeyan de sûcên li dijî mirovahiyê kirin

Komeke ji parlamenterên HDP’ê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Silopiyayê, li Meclisê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li herêmê terora dewletê hate kirin û li dijî mirovahiyê sûcên giran ên şer hatin kirin

Bi boneya 4’emîn salvegera qedexeya derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê, komeke ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê parlamenteran parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar daxuyanî xwend.

Dundar anî ziman ku AKP tehemûla encamên serkeftina HDP’ê ya hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an nekir û ji ber vê yekê jî bajar û navçeyên keleha HDP’ê ne ji xwe re armanc girtin. Dundar wiha dom kir: “Bi şer û pevçûnan ev navçe û bajar rûxandin.” Dundar qedexeyên derketina derve yên li bajar û navçeyên herêmê hatine ragihandin yek bi yek vegot û destnîşan kir ku di dema van qedexeyan de mafên weke azadî, ewlehî, perwerdehî û hwd. ên  milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin. Dundar got ku dewletê li van herêman sûcên li dijî mirovahiyê kirin û hê jî li hinek herêman qedexeya derketina derve didome.

‘Li herêmê terora dewletê hate kirin’

Di berdewamê de Dundar bi bîr xist ku li Cizîrê di jêrzemînên avahiyan de hovîtî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Birînên wê demê hê jî nehatine kewandin. Li navendên weke Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Hezex, Şirnex, Kerboran, Farqîn, Sûr, Gever û gelek deverên din di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de terora dewletê hate kirin. Îktîdarê li dijî hemwelatiyên xwe şerekê giran da destpêkirin. Siyasetmedar jî di nav de bi sedan sivîl li wan deverên hatine qedexekirin hatine qetilkirin û bi kuştina însanan re malbatên wan jî hatine cezakirin. Yek ji bajarên qedîm ên Kurdistanê Sûr li gel di bin parastina UNESCO de ye jî hate rûxandin û dîroka bi hezarê salan hate hilweşandin.”

‘Heman tiştan îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin’

Dundar bal kişand ser komkujiyên li Cizîrê û ev tişt destnîşan kir: “Li navçeya Cizîrê hê jî li cenazeyê 14 kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Bi qedexe û hovîtiya hatiye kirin re aştiya civakî hate parçekirin û cihê xwe ji şer re hişt. 800 jê hêzên ewlekariyê, nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Dorpêça ku li bajarên kurdan dest pê kir, niha li temamiya Tirkiyeyê didome. Niha heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Lê hemû sazî û dezgehên navneteweyî û YE’yê li dijî van pêkanînên dijmirovî bêdeng in. Ev jî AKP’ê wêrektir dike. Di gelemperiya dorpêç û qedexeyan de li dijî mirovahiyê sûcên giran hatin kirin. Em di di şexsê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Cemîle Çagirga û Rozerîn Bulut de hemû kesên di van dorpêçan de hatine kuştin bi bîr tînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar