HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên 3 rojên dawî aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê didomin. HSD’ê da zanîn ku di encama êrîşan de gelek ziyanên madî gihişti mal û milkê gelên herêmê. HSD’ê destnîşan kir ku di pevçûnan de 2 çete jî hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û Berxwedana Rûmetê ya rojên 64, 65 û 66’an bi raya giştî re parve kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê planên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên nû domandin. HSD’ê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker li seranserê sînor û li ser herêmê bi balafirên bêmirov tevgera xwe ya keşfê pêk anî û gelek herêmên sivîlan bi dijwarî topbaran kirin.
Daxuyanî wiha dom kir:
“ZIRGAN
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, obus û hawanan gundên Ing El hewa û Til Werid bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de gelek ziyanên gihişt mal û milkên şêniyên herêmê.
TIL TEMIR
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan êrîşeke dijwar bir ser gundên Erîşa, Fêseliyê, Til Şeîr û Rihaniyê, her wiha çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryan pêk anîn. Di çarçoveya parastina rewa de şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan jî bersivên tund dan û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin. Her wiha di topbarana artêşa dagirker de ziyanên madî gihişt mal û milkên welatiyan.
EYN ÎSA
* Artêşa tirk a dagirker û komên çete êrîşên xwe yên dagirkeriyê li herêmê didomînin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, bi çekên giran, obus û hawanan gundên Qiz Elî, Tibêna, Sewame, Sarûnc û Xefiya bi dijwarî topbaran kirin. Di topbarana artêşa dagirker de ziyanên madî pêk hatin.
* Di encama van êrîş û topbaranan de gelek ziyanên madî pêk hatin. Her wiha 2 şervanên me yên di şerên cuda de birîndar bûbûn, şehîd bûn.”