Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîroka Kurdistanê qurbanî bendava ji bo 50 salan dikin

Dewleta tirk ji bo projeyeke bendavê ku ji bo 50 salan e, Heskîf a dîrokî ku xwedî serpêhatiyeke 12 hezar salî ye, di bin avê de dihêle. Bi bendavê re 199 gund di bin avê de dimînin. Welatiyên herêmê ji vê projeyê bi bertekin û dibêjin; ‘Em naxwazin warê xwe yê dîrokî berdin. Ger em ji vir derketin dê her tişt biqede.’

Bendava Ilisû ku warê dîrokî û çandî yê 12 hezar salan di bin avê de dê bihêle, piştî pêşiya avê hate girtin û şûnde herêm dibe gol. Her ku av bilind dibe li der û dorê belav dibe û rêyên gundan dixe nava xwe. Dê ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Ji gundê Germav ê Mêrdînê ve li seranserê bendavê heta 35 kîlometreyan pêngara bendavê dirêj bûye. Tê diyarkirin ku heta niha 600 milyon metrekup av ketiye bendavê û dê miqdara avê heta 10 milyar û nîv metrekup be.

Gola bendavê heta niha 35 kîlometre hatiye çêkirin û hîn jî didome. Tê gotin dirêjahiya gola ku ji sînorên navçeya Misircê heta sînorên Heskîfê 40 kîlometre ye. Tê gotin ku di Çileya 2020’an de gola avê bigihêje Heskîfê û dê bi xwe re dîroka 12 hezar salî noqî avê bike.

‘Em naxwazin biçin cihekê din’

Yek ji welatiyên Heskîfê jî Ridvan Ayhan e. Ayhan di sala 1967’an de li navçeya Heskîfê ji dayik bû û heta 72’yan de jî li ser kelhê di şikeftan dijiya. Ayhan anî ziman ku di sala 1972’yan de dewletê ew jî cihê wan koçî li ber Çem kirîne û ev tişt anî ziman: “Di sala 1972’yan de dewletê em ji cihê me koç kirin û anîn li ber çem bicih kirin. Wê demê digotin, hûn di şikeftan dijîn û ev jî dibe sedema Tirkiye bê îtibar dibe. Niha jî bi hincetên cuda me jî warê me koç dikin û dixwazin dîroka me dibin avê de bihêlin. Tevahiya zarokatiya min li Heskîfê derbas bûye. Ez di şikeftan de hatime dinê û li vir mezin bûme. Ji jiyana xwe em gelek hez dikin û naxwazin biçin cihê nû. Ger av bigihêje Heskîfê, ez ê êdî nekarim werim li ser gora kalê xwe û diayekê jî bikim. Ez cara dawiyê têm li gel kalê xwe û xatirê xwe jî dixwazim. Ji ber avê ez ê carek din nekaribim werim li ser gora kalê xwe.”

‘Malbateke di şikeftê de dijî bi israre ku mala xwe naterikîne’

Di berdewamê de jî Ayhan anî ziman ku bi hezaran mirovan di malên şikeftan de jiyana xwe didomandiye û wiha pê de çû: “Li Heskîfê jî 6 hezar şikeft hene û heta niha jî du malbat di şikeftan de dijîn. Welatiyê bi navê Mehmet Tilkî, şikeftê weke mal bi kar tîne. Şikefta Mehmet Tilkî ji sê menzelan pêktê û menzelên şikefta Mehmet Tilkî ji menzelên malan xweştirin. Tilkî dibêje; ‘Çi dibe bila bibe ez ê mala xwe neterikînim. Bi hemû xweşikî û dîroka xwe ya kevnare re bîranînên me di bin avê de dihêlin. Em hemû xizmên hev in û dixwazin li vir bijîn. Em dixwazin proje bê betalkirin. Heke hûn axa vê herêmê di bin avê de bihêlin dê hin bêhtir aborî têk biçe. Em naxwazin li ser axa xwe koçber bibin. Heskîfa 12 hezar salî dê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî. Hîna dem heye divê dest ji vê projeya dîrok dibin avê de bimîne bê berdan.”

‘Dê her tişt li vir biqede’

Ji welatiyên herêmê Hasan Yildiz jî wiha dibêje: “Dê bi malên me re, mergên me jî di bin avê de bimînin. Dê tu qad ji sewalên me re nemîne. Dê her tişt li vir biqede. Em naxwazin vê axa me ya bi xêr û bereket dibin avê de bimîne. Hemû kes sûdê ji Dîcleyê werdigire. Em naxwazin axa me bikeve bin avê. Li gel vê dîrok û mirovahî jî noqî avê dibe.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar