Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li hêlekê NY’yê û li hêla din PDK’ê ambargo daniye ser Mexmûrê

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku li hêlekê PDK’ê û li hêla din jî NY’ê ambargo daniye ser wargehê. Şêniyan got ku parastina mafên penaberan erka NY’ê ye û divê erka xwe pêk bîne

Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi hinceta ku berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose li Hewlêrê di Restoranta Hoqqabazê de hatiye kuştin, ev 5 mehe li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo daniye. Şêniyên wargehê nerazîbûn nîşanî ambargoyê dan û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku der barê mijarê de erka xwe bi cih bîne.

Ji şêniyan Asya Demîr anî ziman ku asayîşa PDK’ê bi tu awayî rê nade ku ew derbasî Hewlêrê bibin û wiha dom kir: “Asayîşa PDK’ê rêya Hewlêrê li me girtiye. Gelek nexweşên me hene lê nahêlin biçin nexweşxaneyan û derman bibin. Di şert û mercên zivistanê de xelkê wargehê gelek zehmetiyan dikişîne. Ceyran nînê, gaz nîne. Em bang li NY’yê dikin ku alîkariya ku berê dikirin dîsa dewam bikin. Ev 25 sal in em penaberin. Em di nava zor û zehmetiyan de ne. Sal bi sal ev zehmetî zêdetir dibin. Em gelekî penaberin û divê NY mafê me biparêze.”

NY’ê jî ambargo daniye ser kampê

Di berdewamê de jî Demîr diyar kir ku NY’ê jî amabargoya erzaq daniye ser wargehê û wiha pê de çû: “Ev zêdetirî 2 sal e ku erzaq ji mere naşînin. Daxwaza me ewe ku ambargoya PDK’ê û ya NY’ê ya li ser wargehê rabe.”

Mafên 12 hezar mirovan tê binpêkirin

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Elî Îsif Silêman jî destnîşan kir ku ev 150 rojin bi her awayî ambargoyeke girankirî li ser wargehê heye û wiha derbirî: “Nifûsa wargehê 12 hezar e. Mafê 12 hezar kesan tê binpêkirin. Ji hêla Hewlêrê asayîşa PDK’ê û ji hêla Mûsilê jî DAIŞ’ê rê li me girtine. Em nizanin bê ka em ê çi bikin. Hem PDK’ê û hem jî NY’ê em ambargo daniye ser me.”

Ev du sale erzaq ji wargehê re naçe

Herî dawî jî Sîlêman wiha got: “Ev du sale erzaq ji me re nayê şandin. Em weke penaberan, mafê xwe dixwazin. Ev 25 salin ku em penaberin û mafê me jî heye. Erka NY’ê, parastina mafên mirovane. Bang dikin ku êdî tavilê ambargoya li ser wargehê rabe û rêyên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, bên vekirin. Her wiha divê NY jî alîkariya xwe ya ji bo wargehê bidomîne.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar