Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TÛAY-DER: Em ji jiyana girtî û hikumxwaran bi guman in

Hevseroka TUAY-DER’ê Elîf Haran diyar kir ku gelek serlêdanên îşkence û binpêkirina mafan ji girtiyan girtine û got ku ew ji jiyana girtî û hikumxwaran bi guman in

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li avahiya xwe ya Amedê civîneke çapameniyê lidar xist. Di civînê de Hevseroka TUAY-DER’ê Elîf Haran axivî. Haran diyar kir ku di hefteya mafên mirovan de gelek serlêdanên binpêkirinên mafên mirovan ji wan re hatine û wiha got: “Rêgezên dewleta hiqûqê nadin ber xwe, berpiryariya mîsogerkirina maf û azadiyê ji zikmakî ve ku sedema hebûna hiqûqê ye, tê xwestin ku ji holê bê rakirin.”

Haran diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê û Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê me tespît kirine ku gelek maf têne binpêkirin. Girtî li erdê radikevin, ava germ li ser wan kêm dikin û gardiyan bi ser kawişên girtiyan de digirin. Divê demildest dawî li tehdeya li ser rehîneyên siyasî were.”

‘Nahêlin girtî malbatên xwe bibînin’

Her wiha Haran destnîşan kir ku dema girtiyên nexweş radikin nexweşxaneyê yan jî dadgehê, di birîn û anînê de gardiyan girtiyan tacîz dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema hevdîtinê ya li gel malbatan jî gardiyan girtiyan tacîz dikin. Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi hinceta ‘cezayê disîplînê’ ev 2 sal in nahêlin ku girtiyek malbata xwe bibîne. Li Erzînganê jî bi rengekî kêfî girtî li hucreyê têne girtin. Li Amedê jî îşkenceya cot kelemçeyê li girtiyan dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar