Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeya Şengalê: Hevdîtinên li Mûsilê bi erênî derbas bûn

Endamên şandeya êzdiyan a ku duh li Mûsilê hevdîtin kirin anîn ziman ku hevdîtinên wan bi erênî derbas bûne. Endamên şandeyê diyar kir ku wan xwest ku şaredariyên girêdayî Şengalê fermî bibin û têkiliyên hêzên leşkerî bên xurtkirin

Şandeyeke ji serok û nûnerên saziyên Şengalê, serokeşîr û oldarên Şengalê pêk dihat, duh ji bo hevdîtina çûn Mûsilê û bi waliyê Mûsilê Necîm Ebdulah El Cibûrî û fermandarê Operasyonên Nînewayê Noman Ebid El Necim re hevdîtin kirin. Têkildarî mijarê endamên şandeyê ji Rojnewsê bi Îbrahîm Êzidî re axivîn.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku serdana wan erênî derbas bûye û wiha got: “Di hevdîtinan de me gelek mijarên di berjewendiyên Şengalê de ne, nîqaş kirin. Di hevdîtinan de yek ji daxwazên me jî ew bû ku şaredariyên girêdayî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi awayekî fermî bên qebûlkirin. Soza vê yekê ji bo me hate dayîn.”

Dê waliyê Mûsilê biçe Şengalê

Di berdewamê de jî Hecî anî ziman ku her wiha dê hinek şaredariyên ku di dema fermanê de hatine avakirin û xizmeta gel dikin fermî bibin û wiha dom kir: “Ji bo xizmetên zêdetir jî dê pêwendiyên me bi wan re bidomin. Dê di demekê nêz de waliyê Mûsilê serdana Şengalê bike.”

‘Dê têkiliyên hêzên leşkerî bên xurtkirin’

Têkildarî mijarê ji rêveberên Til Izer a Şengalê Celal Xelef jî ev tişt destnîşan kir: “Me hin mijarên ku di berjewendiya gelê êzdî de ne, bi parêzgerê Mûsilê û fermandarê Operasyonên Nînewayê re nîqaş kirin. Me ji wan xwest ku têkiliyên bi hêzên parastinê re bên xurtkirin. Wan jî soz dan ku dê têkiliyên xwe bi YBŞ’ê re xurtir bikin. Her wiha ji bo paqjikirina gundan ji bermahiyên teqemeniyên DAIŞ’ê jî nîqaş hatin kirin. Dê di demekê nêz de paqijkirina gundan ji teqemeniyên DAIŞ’ê were destpêkirin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar