Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wê kirin û di 12’yê kanûnê de hatibû binçavkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê
Hevşaredara Qoserê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz a ji peyvirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê kiribûn, di 12’yê kanûnê de hat binçavkirin û îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî der barê Yilmaz de bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ sewqî dadgehê kir û xwest Yilmaz bê girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye jî piştî li îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi hinceta xebatên KCD’ê û li ser îfadeya 5 şahidên nepen der barê Yilmaz de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. MÊRDÎN