Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kartal: Ji bo têkoşîneke xurtir hewcehî bi yekitiya neteweyî heye

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal anî ziman ku dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan tune bike û got; ‘Ji bo ku li her çar parçeyan têkoşîn bêhtir xurt bibe, hewcehî bi yekitiya neteweyî heye. Avakirina yekitiyê erka partî û rêxistinên civaka sivîl ên kurd in.’

Di roja yekşemê de li Helsîngborg a Swêdê bi tevlêbûna gelek kesan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel pêk hat. Di civînê de hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava, hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û rewşenbîr û hunermendên kurd ên ji bo yekitiya neteweyî nirxand.

Remzî Kartal anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava konsepteke êrîşê ya li dijî partiyekê yan jî parçeyekê Kurdistanê nîne û wiha domand: “Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake.”

Hewldanên ji bo yekitiyê

Di berdewamê de jî Kartal bal kişand ser hewldana rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî yên ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha pê de çû: “Li dijî êrîşan, hewldaneke mezin e. KNK’ê ku kongreya xwe pêk anî, di vê çarçoveyê de dest bi xebatan kir. Ji bo partî û rêxistinên civakî yên kurdan wezîfeyeke mecbûrî ye ku hewldanên ji bo yekitiya neteweyî xurt bikin.”

‘Pirsgirêka kurd bûye rojeva raya giştî ya cînanê’

Kartal êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd êdî navneteweyî bûye. Bûye rojeva raya giştî ya cîhanê. Di vê serdemê de divê têkoşîna azadiyê ya kurd li tevahiya Kurdistanê bê xurtkirin. Ji bo ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn bêhtir xurt bibe, divê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ez bang li partî, rêxistin, rewşenbîr û hunermedan dikim ku ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî bikevin nava hewldanên berbiçav û bi dengekî hevpar hîn bêhtir bandorê li raya giştî ya cîhanê bikin.” HELSÎNGBORG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar