Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Heskîf di meha sibatê de bi temamî di bin avê de dimîne!

Dewleta tirk talana xwe ya li Heskîfê didomîne. Dewletê îro jî Mizgefta El Rizk a Heskîfê ji cihê wê derxist û veguhest cihekê din. Xebatkarên dewletê diyar kirin ku dê heta meha sibatê Heskîf di bin avê de bimîne. Di dema veguhestinê de jinekê zimêr lorand

Ji bendava Ilisu ku li ser çemê Dîcleyê tê kirin û projeya ji bo 50 salen e, Heskîf ku xwedî dîrokekî 12 hezar salî ye di bin avê de dimîne. Dewleta tirk li şûna ku projeyê betal bike, bi veguhestina çend berhemên dîrokî hewl dide sûcê xwe veşêre. Xebatên veguhestinê çend meh berê hatibûn destpêkirin. Yek ji van berhemên dîrokî jî Mizgefta El Rizk e.

Ji bo veguhestina mizgeftê di serî de mizgeft bi qasî 4 metreyan hat bilindkirin û li ser bloqên betonê hate bicihkirin. Herî dawî duh jî li wesayîta SPTM a ku 256 tekerlekê wê hene, hate barkirin. Îro jî saetên zû yên serê sibehê mizgefta ku hezar û 687 ton giraniya wê hebû, ji cihê xwe hat derxistin û hat veguhestin.

Karê dawîn ê veguhestinê dest pê kir

Beriya karên veguhastinê dest pê bikin, midûrê 16’emîn Herêma Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) Alî Nacî Kosali daxuyaniyek da û got ku karê dawîn ê veguhestinê dest pê kirine û dê heta roja çarşemê Dîwarên Harimê jî bên veguhestin. Kosali da zanîn ku dê heta meha sibata 2020’an, Heskîf di bin avê de bimîne.

Di dema veguhestina mizgeftê de jineka temen mezin zimêr lorand. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar