Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Hevjîna Mûrat Kaya: DAIŞ’ê bavê min û leşkerên tirk jî hevjînê min kuşt

Hevjîna Mûrat Kaya ku li Dutaxê hatibû qetilkirin, Zozan Mihyeddîn kêliyên wehşeta dewleta tirk vegot. Mihyeddîn got ku hevjînê wê ji ewil li erdê hate dirêjkirin, piştre birin mala cîranê wan û qetil kirin. Mihyeddîn da zanîn ku 7 rojan di bin çavan de ma û 3 caran lêpirsîn hatiye kirin. Mihyeddîn diyar kir ku bavê wê li Kobanê ji hêla DAIŞ’ê ve û hevjînê wê jî ji hêla dewleta tirk ve hate kuştin

Leşkerên dewleta tirk di 6’ê kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê Dutax a Agiriyê de girtin û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya (28) qetil kirin. Di heman demê de hevjîna Kaya, Zozan Mihyeddîn (22) û 10 şêniyên din jî hatin binçavkirin. Mihyeddîn 7 rojan di bin çavan de ma û piştre hate berdan. Mihyeddîn serpêhatiya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir.

Zozan Mihyeddîn da zanîn ku li Hesekê ji dayik bûye û malbata wê demek piştre li Kobanê bi cih bûye. Mihyeddîn bi berdewamî jî wiha got: “Heta 15 saliya xwe li Kobanê mam. Bi êrîşa DAIŞ’ê re jî tevî malbata xwe hatim Tirkiyeyê. Em li Edene û Hatayê di karên baxçeyan de xebitîn. Di sala 2016’an de min û Mûrat li Hatayê hev nas kir. Piştre jî em zewicîn û li Mûşiyanê bi cih bûn. Zarokên me Mahkûm (3), Yûsûf (2) û Mîran (6 mehî) bûn. Mûrat 20 roj berê ji Antakyayê vegeriya mal.”

Kêliyên êrîşa leşkeran vegot

Mihyeddîn kêliyên êrîşa leşkerên dewleta tirk jî wiha vegot: “Xwesûya min hat û bang li Mûrat kir. Got; ‘Mûrat rabe leşker hatine. Ka hele lê binihêre hatine çi.’ Mûrat jî cilên xwe li xwe kirin û derket. Min got neçe lê guhdar nekir. Got; ‘Here hundir ez ê niha bêm.’ Min di şibakê re lê nihêrî. Dema derket derve, leşkerekî pêdevî li erdê dirêj kir û lêgerîn kir. Piştre berê wî dan dîwar û birin mala cîranê me. Piştî dengê çekan, ez tirsiyam. Min nedikarî derkevim. Piştî dengê çekan jî êdî min Mûrat nedît.”

Haya wê ji kuştina hevjînê wê nebû

Di berdewamê de jî Mihyeddîn daxuyand ku piştî dengê çekan, leşkeran nehişt kes ji malên xwe derkeve û wiha dom kir: “Me nedikarî derkevin û ji ber vê yekê haya me ji kuştina Mûrat nebû. Piştî bûyerê ez û 8 kes hatin binçavkirin. Em 7 rojan di bin çavan de man. Saet di 16.00’an de leşker hatin malê û lêgerîn kirin. Her der belav kirin. Dema tiştek li malê nedîtin jî ez binçav kirim. Ez birim Qereqola Cendirmeyan a Dutaxê. Leşker hatin û gotin; ‘Hevjînê te terorîst e. Bi mere ket şer û hate kuştin.’ Lê ew jî baş dizanin ku hevjînê min terorîst nîne. Tevî min 4 jinên gund jî hatibûn binçavkirin.”

Gefa şandina Sûriyeyê lê xwarin

Mihyeddîn pêvajoya di bin çavan de wiha parve kir: “Ji kesên binçav kirin re çêrên gelek nexweş kirin. Xwarin nedan me. Zarokên min biçûk in û li malê bûn. Min nedikarî şîr bidim wan. Dema ez di bin çavan de, min şêniyên din ên gund jî dîtin. Rûyê wan bi birîn bû. Nedikariyan bimeşin. Gefa; ‘Em ê te bişînin Sûriyeyê’ li min xwarin. Min jî jê re got; ‘Hevjînê min we kuşt.’ Wan jî got; ‘Ji me re nexweşiyê dernexe. Em ê te bigirin û tu dê êdî zarokên xwe nebînî.’ Bi zora malbata min destûr dan ku tev li cenazeyê hevjînê xwe bibim. Beriya ku min bibin jî 2 derzî li min xistin û 2 polîs ketin milê min ku nerevim. 7 rojan di bin çavan de mam û 3 caran lêpirsîn kirin.”

Bavê wê jî li Kobanê hate kuştin

Zozan Mihyeddîn herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, bavê min ji bajar derneket. Ji wê demê ve em agahî ji bavê min nagirin. DAIŞ’ê bavê min ê bêguneh kuşt. Me cenazeyê wî jî nedît. Niha jî dewleta tirk hevjînê min kuşt. Ez 7 rojan dûrî zarokên xwe mam. Ez biçim alîkariyê ji kê bixwazim? Hevjînê min birin mala cîranê me û li wir kuştin. Eleqeya wî bi tu tiştî nebû.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar