Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li gorî Rêxistina Efûyê li Îranê herî kêm 304 kes hatine kuştin

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di dema serhildana benzînê ya li Îranê herî kêm 304 kes hatine kuştin. Li gorî jêderkên din herî kêm 1500 kes hatine kuştin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir. Li gorî rapora Amnesty International tenê di 15 û 18’ê Mijdarê de, di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 304 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di rapora rêxistinê de tê gotin ku li gorî şahidên bûyerê, dewleta Îranê bi planekê rê li mirovan girtiye ku behsa bûyeran bikin.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku li gorî dîmen û şahidên bûyerê, hêzên Îranê bi awayek rasterast gule berdane xwepêşanderan. Hate gotin ku di dema xwepêşandanan de bi hezaran xwepêşander, rojnamger, xwendekar û çalakvanên mafê mirovan hatine destgîrkirin.

Li gorî rapora Amnesty di xwepêşandanan de 180 kes bi hinceta ku pêşengtî ji xwepêşandanan re kirine, hatine destgîrkirin. Tê diyarkirin ku fikara cezayê kuştinê li ser van kesan heye.

Di dewama rapora Amnesty International de wiha hate gotin; “Dewleta Îranê xetên înternetê qut kir û hewlda rê li ber belavbûna dîmen, wêne û nûçeyên xwepêşandanan bigire. Bi giştî 9 roj li Îranê înternet hate qutkirin. Li rexmê mehek bi ser xwepêşandanan re çûye, hîn jî hêzên Îranê li seranserê Îranê operasyonên destgîrkirinê dike.”

Îdiaya ku li Kirmanşanê 320 kes hatine qetilkirin

Jêderkên mûxalif ên Îranê yên li sirguniyê diyar dikin ku hejmara kuştiyan gelek e. Mucahidên Gel diyar kir ku herî kêm 1500 hatine kuştin û navê 504 kesan weşand. Li gorî heman jêderkê li herêma Tehranê 400, li Kirmanşanê 320, li herêma Fasê 270, li Hûzistanê herî kêm 240, li Îsfahanê herî kêm 120 û li Kerecê jî herî kêm 100 çalakger û xwepêşander hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar