Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Her mirov carek lê kurd du caran tên kuştin’

Cenazeyê Behzat Yildirim ku piştî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, 2 sal şûnde li gundê wî hat veşartin. Têkildarî mijarê dayik Berkîze Yildirim wiha got: “Her mirov carekê dimire, ez û kurê xwe ji ber kurd in du caran hatin kuştin.”

Di sala 2017’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan piştî DNA’ya 10 kesan diyar bû ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatin derxistin û radestî malbatên wan hatin kirin. Yek ji van cenazeyan jî yê Behzat Yildirim (Kanî Xerzan) bû. Piştî DNA’ya cenaze û malbatê li hev derket, cenazeyê Yildirim di 14’ê kanûnê de bi şev li gundê Kayadîller ê Xîzanê hat veşartin.

Yilmaz di sala 1996’an de hatiye dinê û gava 3 mehî bûye malbata wî koçî Stenbolê kiriye. Yildirim, ji ber zext û zoriyên li ser kurdan di temenekî ciwan de berê xwe dide nav refên PKK’ê. Di sala 2014’an de li Kobaniyê di êrîşeke DAIŞ’ê de birîndar dibe. Wî tînin navçeya Pirsûs a Rihayê nexweşxaneyê, lê belê li vir jiyana xwe ji dest dide.

Hestiyên kurê wê di qutiyekê de dan

Dayik Berkîze Yildirim piştî 2 salan hestiyên kurê xwe girtin. Hestiyên kurê wê di qutiyeke lastîk de dan wê û wê jî ew anîn Bedlîsê.

Dayik Yildirim diyar kir ku ji ber gundê wan hatiye şewitandin ji mecbûrî koç kirine û da zanîn ku gava kurê wê 14 salî bûye bi hinceta çûye Şirnexê hatiye girtin û 8 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de maye û wiha got: “Kurê min 8 mehan di girtîgehê de ma. Nehiştin em hevdîtina vekirî pêk bînin. Di hevdîtinên girtî de di navbera me de camek hebû. Û em bi telefonê bi hev re diaxivîn. Ji ber rewşa li girtîgehê nexweş diket. Her ku çav pê diketim digiriyam. Kurê min desmala di dest xwe de dihejand digot ‘Megrî dayê megrî, hêsrên xwe paqij bike, destê min nagihê te, megrî ez ê bêm’. Desmala xwe bi ser cam dixist wekî ku hêsrên min paqij bike. Piştî ji girtîgehê derket 10 roj şûnde çû. Li Kobaniyê birîndar bû. Gava birîndar bû 18 salî bû. Wî ji Kobaniyê anîn Nexweşxaneya Pirsûsê. Ji ber ku bijîşkan ew tedawî nekir mir. Gava min li kurê xwe mêze kir, li ser çavê wî xwîna hişk hebû, canê wî hişk bûbû. Lê vê carê qederekê min li hestiyên wî mêze kir.”

‘Gora kurê min 3 salan val ma’

Di axaftina xwe de dayik diyar kir ku gava pê hesiyane êrîşî Goristana Xerzanê hatiye kirin demildest tev geriyane û got ku gora ku ji bo kurê xwe kola bû zêdetirî 2 salan e vala ye. Dayik Yildirim da zanîn ku cenaze hatine derxistin, wan xistine torbeyan û ev torbe demekê li Bedlîsê di jêrzemînekê de hatine sekinandin û ev tişt anî ziman: “Gava em hatin Bedlîsê gotin biçin Stenbolê, em çûn Stenbolê gotin biçin Rihayê. Êdî me jî nizanibû em ê biçin ku derê. Rastiyê ji parêzerê me re nedigotin. Em dixapandin. Piştî me serlêdanên xwe, karên xwe yên fermî qedandin ji me re gotin ‘Em ê di nav hefteyekê de cenazeyên we bidin we’. Ez jî çûm Bedlîsê gundê Kollûdereyê. Li wir min gora kurê xwe û ya Ahmet Doner li kêleka hev çê kir. Lê belê di ser re hefte derbas bû, 2 meh derbas bû, 2 sal derbas bû cenaze nedan. Ev gor 3 salan vala man. Gava Goristana Xerzanê hat texrîbkirin cenaze xistin torbeyan û qederekê li Bedlîsê di jêrzemînekê de hatin sekinandin. Paşê anîn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û salekê man. Herî dawî di nav qutyeke lastîk de dibin Goristana Kîlyosê. Gava cenaze dan me, hundirê qutiyan tije av bûbû û wan danîbûn ser hev. Cihê şermê bû.”

‘Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin’

Yildirim destnîşan kir ku 3 caran cenaze ji wan hatine revandin û diyar kir ku ew bi feraseteke ku îşkencê li hestiyan dike re rû bi rû ne û wiha domand: “Nehiştin em zarokên xwe li cem hev veşêrin. Gava min xwest ez cenazeyê kurê xwe û hevalê wî li kêleka hev veşêrim polîsan got ‘nabe, qet nabe’. Min kurê xwe du caran veşart. Gava biçim Stenbolê ez ê careke din şîna xwe deynim. Ev ne îşkence be îjar çi ye? Mirovekî mirî careke din kuştin. Her mirov carekê dimire, lê ez û kurê xwe sirf ji ber ku em kurd in, du caran hatin kuştin. Du caran kezeba me hat daxkirin. Gava min dîsa cenazeyê kurê xwe wergirt, tiştekî wisa li min peyda bû ku wekî nû miribe. Du caran kezeba me dax dan. Ma wê mirî zirarê bidin kê? Tamûlî hestiyan jî nakin. Ji hestiyan, ji miriyan jî ditirsin. Me axa kurê xwe jî nedît. Me darbest hemêz nekirin. Me serê sibehê saet di 04.00’an de li be ronahiya telefonan zarokên xwe veşartin.”

Bang li malbatan kir

Her wiha dayik Yildirim destnîşan kir ku hîn jî li Stenbolê gelek cenaze hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila cenazeyên zarokên xwe wergirin. Hestî di nav avê de mane, dirizin. Çi dibe bila bibe divê bira, kek, dê û bav biçin wergirin. Min cenazeyê kurê xwe wergirt, lê hîn jî wijdanê min nerihet e. Ji bo ev cenaze winda nebin demildest divê malbat biçin wan wergirin.” BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar