Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Nifşê pisîka Wanê bi tunebûnê re rû bi rû ye

Pisîka Wanê bi taybetiyên li cîhanê navdar in. Xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bilicî diyar kir ku ji ber mudaxaleyên bêpergal ên mirovan nifşê pisîkan bi tunebûnê re rû bi rû dimîne

Pisîka Wanê bi pirça xwe ya spî, çavên xwe yê şîn û zer li cîhanê navdar e. Taybetiyek wan a din jî ev e ku ji bilî Wanê nikarin li cihekî din bijîn. Heta salên 2000’î hema hema li her kolanên Wanê dihatin dîtin lê niha pir kêm in û li cihên diyarkirî tên xwedîkirin. Pisîka Wanê veguheriye alava bazirganiyê.

Der barê pisîka Wanê de xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bîlîcî agahî dan. Bîlîcî diyar kir ku sê cûreyên pisîka Wanê hene û wiha got: “Sê cûreyên pisîkên Wanê hene. Ew pisîkên cureyê yekem çavên wan şîn in. Cureyê duyem in jî ew in ku yên çavên wan reş in. Pisîkên Wanê heta 20 salî dijîn. Pisîkên Wanê nikarin li cihên germ bijîn û sermayê hez dikin. Wekî gurên Sibiryayê ne. Dema pisîkên Wanê bibin heremên germ vê demê pisîk nikarin bijîn. Bi taybetî ji cihên wekî Edene, li vir tenê salek dijî. Ji ber vê ji Wanê derxistin zirarê dide pisîkan.”

‘Pisîkên Wanê divê di nav xwezayê de bîjin’

Bîlîcî di axaftina xwe de wiha qala çîroka pisîkên Wanê kir: “Tê texminkirin ku pisîkên Wanê di dema Urartuyan de jî hebûn. Di dema Urartuyan baweriyeke wiha hebû. Gava ku şahên wan dimirin ew bi hespên xwe ve dihatin veşartin. Di lêkolînên kolandinê de her tim hestiyên hespan dihatin dîtin. Lê lêkolînên ku di demên dawiyê de hatin kirin de derket holê ku li gel hestiyên hespan hestiyên pisîkan jî hatin dîtin. Pisîkên Wanê nêçîrvanin û ji ber wê jî divê di nav xwezayê de bîjin.”

Divê pisîk li xwezayê bijîn

Her wiha Bîlîcî anî ziman ku li gel derxistina pisîkên Wanê nifşê wan zirareke mezin dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku hûn pisîkên Wanê di civata malê de xwedî dikin, hûn zirareke mezin didin. Min di nava 4 salan de 600 pisîkên Wanê berda nava xwezayê. Em pisîkan nafiroşîn û em li dijî firotina pisîkan in. Li dijî firotina pisîkan me serî li gelek deveran da. Dema ku me pisîk şandin xwezayê nifşê wan zêde dibe û zirara tunebûna nifşê pisîkên Wanê jî kêm dibin. Ji bo ku em pêşiya vê bigirîn divê zagonên ajalan bên derxistin û firotina ajalan bê qedexekirin. Gava ku pisîkên Wanê dibin erdnîgariyeke din hûn di wî demî de dibin sedema kêmkirina nifşê pisîkên Wanê. Pêwîst e ku pisîka Wanê ji Wanê neyê derxistin. Cîhana pisîka Wanê, Wan e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar