Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan aşkera kir. Li gorî raporê di nava 5 mehan de li 838 jin rastî tundiyê hatine
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxuyaniyeke ji çapemeniyê re aşkera kir. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê û parêzer Oyku Çakmak ve hat xwendin.
Oyku di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser raporê û diyar kir ku serledanên ku ji saziyên sivîl re hatine kirin dane hatine kom kirin û wiha got: “Di nav 5 mehan de 838 jin li Amed û navçeyên Amedê serî li saziyên sivîl dane. 720 jin bi tundiya psîkolojîk, 422 jin bi tundiya fîzîkî, 392 jin bi tundiya aborî, 321 jin bi tundiya dîjîtal û 198 jin jî bi tundiya civakî re rû bi rû mane.”
‘Ji sedî 85 jin bi tundiya derûnî re rû bi rû dimînin’
Oyku diyar kir ku jin rastî tundiyên cur bi cur hatin û wiha domand: “Piranî jin ji hêla mêrên ku perê zewîcî re rastî tundiyên cur bi cur tên. Ji sedî 85 jin bi pergalî bi tundiya psîkolojîk re rû bi rû mane. Her wiha jin hem di nava malê de û hem jî di nava civakê de rastî tundiyê tên.”
‘3 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin’
Di daxuyaniyê de Oyku bal kişand ser têkiliya zayendî û ev tişt anî ziman: “97 zarok di temenê 15 û 18’an de ne bi têkiliya zayendî re rû bi rû mane û ketin qeydên fermî. Di nav daneyan de zarokên ku bi zorê hatine zewicandin jî hene. Hinek qeydên fermî de wekî daxwaza zarok heyî têkiliya zayendî pêk hatiye hatin nîşandan. Li Amedê di nava 5 mehan de 3 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Her wiha li bajêr bûyerên xwekuştinê jî zêde bûne. Em xwekuştinê jî wekî cînayet dinirxînin. Li gorî me xwekuştin di hêla civakî û edlî de divê bê lêkolînkirin.”
‘Divê têkoşîneke hevpar were dayîn’
Her wiha Oyku diyar kir ku wekî saziyên pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê li bajarên din jî serlêdana jinan qebûl kirine û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Li bajarên Tirkiyeyê jî di nava 5 mehan de 62 serlêdana jinan qebûl kirine. Em bûn alîkarî van jinan jî. Di nav 5 mehan de em mudaxilê gelek dozan jî bûn. Li Tirkiyeyê tundiya li hemberî jinê, kuştina jinê, zewicandina bi zorê ya zarokan û bûyerên xwekuştinê gelek zêde dibin. Tundî ku di nava civakê de li pêş dikeve herî zêde li ser jinê bi bandor e. Li dijî tundiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn.” AMED