Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku di 21’ê cotmehê de li Ocalan û sê girtiyên din cezayê disiplînê hatiye birîn. Bîlmez got ku cezayên li muwekîlên wan tên birîn ji wan tên veşartin û wiha domand: “Em di 29’ê mijdarê de jê haydar bûn. Ji bo cezayê disiplînê ji bilî Ocalan, girtiyên din îtîraz kir lê hate redkirin. Ocalan ji ber ku dizane ceza helwesteke siyasî ye, îtîraz nake.”
Qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin re didome. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2 û 22’yê gulanê, di 12 û 18’ê hezîranê û herî dawî jî di 7’ê tebaxa îsal de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Ji wê rojê ve jî hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bêbersiv tên hiştin. Girtî Konar, Aktaş û Yildirim ku di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo ‘Sekreteryayê’ anîbûn Îmraliyê jî, ji sala 2015’an ve tenê di 5’ê hezîranê û 12’ê tebaxa îsal de karîn bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
Ji wê dîrokê ve jî hemû serlêdanên malbatan ên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hincetên keyfî hatin redkirin. Li gorî agahiyan, di 21’ê cotmehê de li Ocalan û sê girtiyên din cezayê disiplînê hatiye birîn. Têkildarî mijarê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji MA’yê bi Erdogan Alayumat re axivî.
Cezayên siyasî tên birîn
Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku di 10’ê tîrmehê de rêveberiya girtîgehê cezayê disiplînê li Ocalan û girtiyên li Îmraliyê birîbû û wiha domand: “Piştî ku ev ceza bi dawî bû, di 21’ê cotmehê de cezayekî nû yê disiplînê li wan hate birîn. J bilî Ocalan, girtiyên din îtîrazî cezayê disiplînê kir. Lê hate redkirin. Ocalan dizane ku cezayên disiplînê helwesteke siyasî ye. Ji ber vê jî îtîrazî cezayan nake. Em di 29’ê mijdarê de bi cezayê disiplînê hesiyan. Cezayên ku li muwekîlên me tên birîn, bi zanebûn ji me tên veşartin. Ji ber vê jî em ji naveroka wan hayedar nabin.”
‘Ceza li pêşiya hevdîtinan astengî nîne’
Di berdewamê de jî Bîlmez diyar kir ku cezayên disiplînê yên ji bo malbatan hatin birîn, ji aliyê hiqûqî ve li pêşiya hevdîtina parêzeran ne asteng in û wiha bi dawî kir: “Muwekîlên me yên cezayê disiplînê lê hatiye birîn, tenê nikarin malbatên xwe bibînin. Cezayê hatiye birîn, li pêşiya hevdîtinan asteng nîne.” STENBOL