Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Nasnameyên polîsên îşkencekar hatin diyarkirin

Welatiyê bi navê Firat Koç ku nexweşê şîzofreniyê ye û di 21’ê tebaxê de di çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûman de bi hovane hatibû îşkencekirin, 4 meh berê giliyê polîsên îşkencekar kir. Walîtiya Wanê jî bersiva daxwaza dozger û diyar kir ku der barê 3 polîsên ku êrîş pêk anîne lêpirsîn hatiye destpêkirin

Di 21’ê tebaxê de ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, li Wanê bi tevlêbûna gelek welatiyan çalakî hate lidarxistin. Lê polîsên dewleta tirk xwe li çalakiyê ranegirt û êrîşî welatiyan kir. Di kêliyên êrîşê de polîsan li qehwexaneyekê bi kask, cop û pêhnan welatiyê bi navê Firat Koç ku nexweşê şîzofreniyê ye bi hovane derb kirin. Dîmenên vê hovîtiyê jî piştre derketin holê.

Li ser vê yekê jî Koç giliyê polîsên îşkencekar kir. Li ser giliyê Koç 4 meh derbas bûn. Baroya Wanê û parêzeran têkildarî îşkenceya ku li Koç hatibû kirin serî li Serdozgeriya Wanê dabûn. Dozgeriyê ji Walîtiya Wanê re nivîs şand û xwest ew polîs werin tespîtkirin.

Walîtiyê piştî 4 mehan bersiv da nivîsa dozgeriyê. Walîtiyê ragihand ku nasnameya 3 polîsên tev li bûyerê bûne zelal kiriye û der barê wan de demek berê lêpirsîn daye destpêkirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar