Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvroyê de gundê Cephe yê Eyn Îsayê topbaran kirin
Êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker ên dewleta tirk hema hema rojane herêmê topbaran û bombebaran dike. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker îro di saetên derdora 12.20’an de gundê Cephe yê Eyn Îsayê topbaran kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê di 16’ê kanûnê de jî gundê Qizelî yê Girê Spî û Xirbet ê Kobanê topbaran kirin. Hêzên dagirker di 14’ê kanûnê de jî gundê Xoşan ê Eyn Îsayê topbaran kirin.