Rojnamevan Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Mexmûrê li ser gora xwe hat bibîranîn. Di merasîmê de hat gotin ku Rizgar Denîz di rêya şopa heqîqetê de canê xwe feda kiriye
Rojnamevan û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) di 18’ê kanûna sala 2017’an de li Dêrazorê di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de li gel du hevalên xwe şehîd bû. Di 2’yemîn salvegera şehadeta Rizgar Denîz de, endamên malbatê û hevalên wî li ser gora wî bi bîr anî.
Di merasîma bîranînê de endamên malbatê û rojnameger axivîn. Di merasîmê de ji ewil rojnemevan Weysî Tallî axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Tallî diyar kir ku çawa ku Gurbetan, Xerîban, Denîzan canê di rêya şopa heqîqetê de canê xwe feda kirin, şehîd Rizgar jî bi heman şêweyî bûye şopdarên wan.
Her wiha rojnemevan û nûçegihana Jin TV’yê Bêrîvan Tunç jî diyar kir ku ew weke hevalên şehîd Rizgar ên jiyanê, ji bo ku rastî tu carî neyê veşartin û winda kirin, dê hertim li ser şopa şehîdên heqîqetê bimeşîn.
‘Hûn hemû ji bo min Rizgar in’
Dayika Şehîd Rizgar, Meryem Adanmiş jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Ez di serî de hemû şehîdan bi bîr tînim. Şehîd Rizgar ne tenê lawê min bû, di heman demê li gel min hevalek jî bû. Hûn hemû ji bo min Rizgar in, ferqa we û Rizgar ji bo min tune ye.” MEXMÛR