PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

TEV-DEM’ê Cejna Êzî li civaka êzdî pîroz kir

TEV-DEM’ê bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyek da û cejn li hemû civaka êzdî pîroz kir. TEV-DEM’ê hêvî kir ku Cejna Êzî bibe wesîleya avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Êzî ku dikeve 20’ê kanûnê, daxuyaniyek bi raya giştî re parvek ir. TEV-DEM’ê cejn li civaka êzdî pîroz kir û hêvî kir ku bi hatina Cejna Êzî re aştî, aramî û biratî wekî ku li Mezopotamyayê serwer bû, di nava gelên herêmê de jî belav bibe.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Di serî de em Cejna Êzî li civaka êzdî, hemû pêkhateyên herêmê û şervanên YBŞ, YJŞ û HSD’ê ku jiyana bi sed hezaran êzdiyan rizgar kir û ji bo rizgarkirina jinên êzidî xwe feda kirin, pîroz dikin.

Gelê êzdî sê rojan ji bo Xwedayê mezin, rojiyê digirin. Roja çaran jî Cejna Êzî ye ku dikeve roja înê. Ew hêvî dikin ku bi hatina cejnê re deriyê xêr û aştî li ser gelên herêmê vebe.

Civaka êzdî li seranserî Kurdistan û cîhanê Cejna Êzî pêşwazî dike. Li gorî êzdiyan, di Cejna Êzî de roj, heyv, sibeh, êvar, xweza, jiyan, îrade, mirov, bawerî û exlaq çêbûne.

Civak û gelên herêmê di encama dagirkirina artêşa tirk û çeteyên wê yên li gelek herêmên Sûriyeyê, bi taybet jî herêmên bicihbûna êzdiyan li Efrîn û Serêkaniyê, di rewşên zehmet re derbas dibin. Çeteyan cihên dîrokî û cihên îbadetê yên pîroz li gel êzdiyan talan kirin û rûxandin û bi armanca qirkirina etnîk li dijî kurdên Efrînê, şêwazên herî xirab bi kar anîn. Her wiha demografyaya herêmê guherandin û bi hezaran terorîst anîn û li şûna gelê resen ê Efrînê bi cih kirin. Xwestin ku Efrînê bikin Qendehara duyemîn li herêmê. Ji ber vê yekê bi hemû şêwazan hewl didin ku diyaneta xwe li ser gelê civaka êzdî ferz bikin, an jî wan bidin koçberkirin.

Em weke TEV-DEM’ê careke din Cejna Êzî li gelê êzidî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku boneyên  me bibin wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdistanê û diyaloga Sûrî-Sûrî ku hemû aliyên tê de beşdar bigihînin nêrîneke hevbeş ji bo rawestandina xeyalên dewleta tirk. Ji bo ku em ji nû ve xweşiya cejn û kêfxweşiyan bibînin.

Bi vê boneya pîroz, em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên olî li her cihî dikin ku li hemberî dagirkirina dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku dewleta tirk û çeteyên xwe li dijî kêmneteweyên olî û etnîkî û pêkhateyên herêmê, sûcên dijmirovî û qirkirinê pêk tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar