Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermandar Ebdî: Em amade ne ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bikin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê li gel dewleta tirk êrîşî Rojava dikin. Ebdî diyar kir ku dewleta tirk li dijî dewletên ewropî penaberan weke gefekê bi kar tîne û wiha got; ‘Heta ku aloziya li Sûriyeyê tê çareserkirin, em amade ne ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bikin.’

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser tora Skynewsê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê. Ebdî destnîşan kir ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de komên çete yên DAIŞ’ê bi kar tîne.

Mazlum Ebdî da zanîn ku dewleta tirk hişt ku temenê komên çete yên DAIŞ’ê dirêjtir bibe û wiha domand: “Dewleta tirk heta sala 2015’an jî qebûl nekir ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike. Dewleta tirk bû sedem ku bi milyonan sûriyeyî ji welatê xwe koçber bibin. Niha jî Enqere dosyeya penaberan li dijî welatên Ewropayê weke gefekê bi kar tîne.”

Armanca dewleta tirk

Di berdewamê de jî Ebdî bal kişand ser projeyên qirkirina etnîkî û guherandina demografyaya herêmê û wiha got: “Delweta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina etnîkî dike û bi darê zorê gelê kurd ji herêmê derdixîne. Dewleta tirk hewl dide xaka Sûriyeyê dagir bike û Bakurê Sûriyeyê bixe bin seweriya xwe.”

Danûstandinên bi rejîma Sûriyeyê re

Herî dawî jî fermandar Ebdî ev tişt anî ziman: “Heta niha jî di navbera me û rejîma Sûriyeyê de danûstandinên fermî dest pê nekirine. Lê têkildarî êrîşên dewleta tirk hevdîtin tên kirin. Dewleta tirk penaberan weke gefekê bi kar tîne. Heta ku alozî tê çareserkirin û penaber li herêmên xwe vedigerin, em amade ne ku penaberên sûriyeyî pêşwazî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar