PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Yuksekdag: Darizandina min wekî lîstika şanoyê bû

Danişîna doza hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag hate dîtin. Yuksekdag di parastina xwe de wiha got: “Heta niha darizandina min wekî lîstika şanoyê bû. Girtina min derhiqûqî û neheqî ye. Daraz tê binpêkirin. Ez du caran girtî me. Hem gelê me û hem jî gelên Tirkiyeyê di ferqa bêhiqûqiyên heyî de ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê ku girtî tê darizandin Figen Yuksekdag, di danişîna dozê de diyar kir ku axaftina wê ya wekî sûc tê hesibandin, ji bo ronîkirina paşeroja Tirkiyeyê bû û bi vê yekê xwest Tirkiye li rastiya xwe vegere û bibîne ye. Yuksekdag, destnîşan kir ku ew 2 caran girtî ye û wiha got: “Hikûmet ji bo darizandina siyasetmedarên HDP’ê darazê araste dike. Ji xwe îqtîdar jî diyar dike ku ezê nayêm berdan.”

Duyemîn danişîna doza hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku bi îdiaya ‘Miletê tirk, komara tirk û daraza tirk biçûk xistiye’ dihat darizandin, li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Di danişînê de parêzerên Yuksekdag amade bûn. Danişîna dozê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir.

Parastina Fîgen Yuksekdag wiha ye:

“Heta niha darizandina min wekî lîstika şanoyê bû. Îktîdara siyasî bandor û tundiya xwe ya li ser darazê didomîne. Ez weke kesa ku parlamenterî û hevserokatiya wê hatiye xespkirin, hê jî parlamentar gel im. Gelê me ev wekîltî daye min. Girtina min derhiqûqî û neheqî ye. Îktîdara siyasî darazê wekî amûr bi kar tîne û bi vî awayî min didarizîne. Saziya darazê jî li hemberî vê yekê tênakoşe. Daraz tê binpêkirin. Divê axaftina min bi rêya SEGBÎS’ê bê qeydkirin. (Heyetê jî daxwaza Yuksekdag qebûl kir.)

Ez du caran girtî me

Di rewşa heyî de me heta niha nekariye parastineke berfireh nekiriye. Mixabin zext û gotinên li raya giştî tên belavkirin, her çiqas bi daxwaza me nebe jî bandorê li parastinên me jî dikin. Hikûmet siyasetmedarên HDP’ê bi rêya darazê kontrol dike. Jixwe rayedarên îktîdar bi vekirî dibêjin ku dê me bernedin. Ez du caran girtî me. Hem gelê me û hem jî gelên Tirkiyeyê di ferqa bêhiqûqiyên heyî de ye. Di civaka heyî de mekanîzmaya baweriyê li cem me û gelê me yê ku di van rewşên zehmet re derbas dibin de nemaye. Ger ku li welatekî tiştê ku mirov xwe bispêrê û daraz nemabe, wê demê tu xêr jê nabe. Îktîdara siyasî civak ber bi pêvajoyeke nexêr ve biriye.

Destûra Bingehîn nikare têkoşîneke pergala hiqûqê bide

Di dosyaya min de cih dane axaftinên min ên ji bo demên tarî. Axaftina min ku 12 deqîqeye, kirine mijara darizandinê. Ez di vê axaftina xwe de qala bandora salên 1980’î û 1990’î dikim. Baweriya min ji hiqûqê nayê. Baweriya min ji heq tê. Niha hiqûqa heyî bi KHK’yan tê amadekirin. Destûra bingehîn nikare têkoşîneke pergala demokratik û hiqûqê bide. Li şûna ev doz li Dadgeha Cezayê Asliyeyê bê dîtin, bi KHK’ê guhertin çêkirin. Ma gelo zagonên mafê bingehîn dikare bi KHK’ê bê sererastkirin? Ger ku em biryarên di serdema OHAL û KHK’yan hatine derxistin nîqaş bikin, em nikarin ji nava wê derkevin. Tu pirtûkên hiqûqê jî nikarin bersiva vê yekê bidin. Ev welat bi KHK’yan nayê birêvebirin. Dê bi xwe re kaosê ava bike.

Ez dixwazim ku dosyeya dozê sewqî Dadgeha Cezayên Asliyeyê bê kirin. Ger hate qebûlkirin bi doza sereke ya li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran re bike yek.”

Parastina parêzeran

Parêzerê Yuksekdag, Kenan Maçoglu jî xwest ku ev dosya bi dosyaya sereke re bibe yek û wiha got: “Di dozeke asayî de diviya bû ku bi lez biryara beraetê bihate dayîn. Lê Wezareta Dadê destûra lêpirsînê daye. Piştî dosya bûn yek wê demê ez ê der barê esasê dê agahî û belgeyên xwe pêşkêş bikim.”

Prz. Mavîş Aydin jî anî ziman ku tev li daxuyaniya muwekîla xwe dibe û wiha domand: “Faîlên nediyar rastiya paşeroja Tirkiyeyê ya tarî ye. Daxuyaniya mûvekîla min li ser vê dîroka tarî ye. Divê bi lez biryara beraetê bê dayîn. Piştî dosya kirin yek wê demê ez ê berfireh parastinê bikim.”

Dozger jî xwest ku daxwaza parêzer û Yuksekdag a ku dosya bibin yek, bê redkirin. Heyeta dadgehê jî ji bo mînakan lêkolîn bike danişina dozê taloqî 27’ê sibata 2020’an kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar