Hêzên artêşa tirk a dagirker duh li çoltara di navbera Dêrik û Şemrexê de operasyon li dar xist. Hat îdiakirin ku piştî operasyonê 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
Walîtiya Mêrdînê duh li gunde Şêbê yê Şemrexê û gundê Şêb a Jêr a Dêrikê qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Piştî ragihandina qedexeyê jî hêzên leşkerî dest bi operasyonê kiribû.
Li gorî agahiyan, piştî operasyona leşkerî 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê.
Hat îdiakirin ku cenaze aîdê endamên HGP’ê ne. MÊRDÎN