Hêzên Asayîşa Êzidîxanê li navenda Şengalê çeteyekî DAIŞ’ê yê tirkmen girt. Piştî lêpirsînê jî çeteyê DAIŞ’ê radestî polîsên Iraqê hate kirin
Li ser agahdarkirina welatiyan, Hêzên Asayîşa Êzidîxanê li navenda Şengalê operasyonek li dar xist. Di encama operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Yaqûb Xidir ku bi eslê xwe tirkmen e, hate girtin.
Piştî ku lêpirsîna çeteyê DAIŞ’ê bi dawî bû, radestî polîsên Iraqê hate kirin. Ji rêveberên Asayîşa Êzidîxanê Xalid Qasim têkildarî mijarê ev agahî dan: “Ji bo parastina Şengalê çi pêwîst be em ê bikin. Kesên ku destê wan di xwîna welatiyên êzdî de heye, dê bên cezakirin.” ŞENGAL