Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Saziyên civaka ezdî: Cejna Êzî li hemû mirovahiyê pîroz be

Saziyên civaka êzdî yên li Ewropayê bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de Cejna Êzî li hemû civaka êzdî, gelên Rojhilata Navîn û li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin

Bi wesîleya Cejna Êzî, Sîwana Meclisên Jinên Êzdî, Navenda Yekitiya Êzdiyan, Hevgirtina Ciwanên Êzdî, Navenda Çanda Êzidxanê, Meclisa Şengalê Ya Li Derveyî Welat, Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê û Meclisên Gundên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke saziyên civaka êzdî yên li Ewropayê, Cejna qedîm a Êzî li civaka êzdî û tevahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi vê wesîleyê di wê baweriyê de ne ku tifaqa gelan dê jiyana azad û demokrat mîsoger bike. Di daxuyaniyê de cejn li tevahiya cangoriyên 73 Fermanan û doza azadiyê pîroz û bimbarek kirin.

Daxuyanî wiha dom kir:

“Cejn xwedî wateya lihevhatin, aramî û hezkirinê ye. Nirxên nasnameya olî û çandî bi rojiyan û cejnên wan tên parastin û jiyîn. Ji bo civaka êzdî ku xwedî nasnameyeke resen û kevnar e, navê din a heqîqetê ye û bi bedelên giranbiha heya roja îro hatiye, wateya cejn jiyanî ye.

Tevî ku 73 Fermanan jiya ye, hewl daye xwedî li mîrateya xwe derbikeve û hebûna xwe biparêze. Qirkirina 3 ê Tebaxa 2014’dan girîngiya mekanîzmayên xweparastinê raxistiye berçavan. Divê civaka êzdî bi tenê hêza xwe bispêre xwe û li ser hîmê tifaq û yekitiyê çand û baweriya xwe li welat û derveyî welat biparêze, bijî û xwedî lê derbikeve.

Hêzên xêrnexwaz ji bo asîmîlekirina civaka êzdî di nava hewldanan de ne

Tê zanîn ku hêzên xêrnexwaz bi armanca asîmîlekirina civaka êzdî di nav hewldanên bênavber a encamkirina fermana spî û sor de ne. Li beramberî vê rastiyê, civaka êzdî bi taybetî li derveyî welat bi tunebûnê re rûbirû maye. Ji ber vê bi qasî ku cejn wateya jiyanî ye, hîn zêdetir mekanîzmayên xweparastinê, xwerêvebirinê û xwerêxistinkirinê ji bo civakê bi taybetî jin û ciwan esasên jiyanê ne.

Divê hewldanên qirkirinan vala bên derxistin

Lewra jî divê li beramberî êrîşên tunekirina ezdiyan a hundirîn û derve refleksên civakî yên rêxistinkirî hîn kûrtir derbikevin holê û li gorî vê hewldanên qirkirinan bi helwesteke xurt bên vala derxistin. Êrîşên ku ji aliyê dewleta dagirker û qirker a tirk li Şengalê di meha mijdarê de pêk hatin, li Rojava ji meha cotmehê ve sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û li beramberî vê bêdengiya civakê û a raya giştî mêtirsiyeke mezintirîn ava dike.

Divê di serî de hemû pêkhateyên saziyên civaka êzdî bi avakirina tifaqa hundirîn xwedî li nasnameya xwe ya pêşengtî derbikeve û civaka xwe li beramberî siyaseta qirêj a hêzên xêrnexwazan biparêze. Di heman demê de divê bi wesîleya cejnê hemû ferdên êzdî di warê hişmendî bi lezginî xwe bike kesayeteke tam a rêxistinkirî û li gorî rêûresmên xwe yên çandî û bawerî bijî û bide jiyîn.

Tenê li ser esasê tifaq û bi rêxistinbuyînê em ê bikaribin vegera axa xwe ya pîroz mîsoger bikin û wiha li Êzidxana xwe xwedî derbikevin.

Bi van bîr û baweriyan em dubara Cejna Êzî li Mamê xwe yê Êzidxanê, tevahî cangoriyan, li civaka ezdayî û mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin, bi giyana seferberiyê tev li pîrozbahiyên Cejna Êzî bibin û bilindkirina têkoşîna azadiyê derbasî jiyanê bikin.”

Bernameya pîrozbahiyan

Li gorî daxuyaniyê bernameya pîrozbahiyan ku dê di 20’ê kanûnê de bên lidarxistin wiha ye:

BREMEN:

Navnîşan: Otto-Brenner Allee 44,

Saet: 17:00

28325 Bremen-Tenever

 

ACHÎM:

Navnîşan: Laake str 1,

27337 Blender

Saet: 16:00

 

HEÎDEKREÎS:

Navnîşan: Mala Êzdiyan

Oerbekerstr 6,

29683 Bad Fallingbostel

Saet: 15:00

 

HAMMELN:

Navîşan: Bahnofstr 7,

31840 Fischbeck ( Hessisch Oldendorf )

Saet: 15:00

 

EMMERÎCH:

Navnîşan: Mala Gel

Nierenberger 150,

46446 Emmerich

Saet: 15:00

 

WESEL:

Navnîşan: Ackerstr 242,

46487 Wesel

Saet: 17:00

 

SAARBRUCKEN:

Am Seelbach 3,

66557 illingen

Saet: 17:00

21-12-2019

 

WÎLHELMSHAVEN:

Navnîşan: Plauenstr 2,

26388 Wilhelmshaven

Saet: 15: 00

 

BERLÎN:

Navnîşan: Pallasstr 35,

10783 Berlin

Saet: 15:00

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar