Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Fermandar Hesekê: Em ê dagirkeran ji xaka paqij bikin

Ji fermandarên HSD’ê Akîf Hesekê diyar kir ku dewleta tirk têkçûna DAIŞ’ê weke têkçûna xwe dît û ji bo tunekirina destkeftiyên herêmê, êrîş kir. Hesekê da zanîn ku ew û gelê herêmê li dijî êrîşan li ber xwe didin û armanca wan jî bidawîkirina dagirkeriya li ser xaka wan e

Yek ji fermanadarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Akîf Hesekê têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Akîf Hesekê di serî de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xist û wiha got: “Bi sala 2011’an re li Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kir. Ev pêvajoya şoreşê bi keda bi milyonan mirov û bi hezaran şehîdan çêbû. Bi vê pêvajoyê re komên çete yên DAIŞ û yên weke wê têk çûn. Bi têkçûna DAIŞ’ê re jiyaneke aram, ewle ya li ser xwîşk û biratiya gelan ava bû. Têkbirina DAIŞ’ê ji bo dewleta tirk xetereyeke mezin bû. Ev yek mîna têkçûna xwe dît û niha jî bi çeteyên ku teslîmî wan bûn ve plana tasfiyekirinê sazkar kirin.”

Plana tasfiyekirina destkeftiyan

Bi domdarî jî Hesekê diyar kir ku di çarçoveya plana tasfiyekirinê de bi ‘Artêşa Azad’ û komên din ên çete ji ewil êrîşî Efrînê kirin û wiha pê de çû: “Li vir armanc tenê dagirkirin nebû. Destkeftî armanc girtin. Xwestin êrîşên xwe berfirehtir bikin û bi vê boneyê jî êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Gefên Erdogan û çeteyên wî didomin. DAIŞ’ê di serî de xwest li Girê Spî û Serêkaniyê serwer be. Li vir gelek gel û çandên cuda li vê herêmê ne. Ji ber vê jî vê herêmê hedef digirin.”

‘Armanca sereke rêya navneteweyî ye’

Hesekê daxuyand ku wan jî li ser xeta Serêkaniyê têkoşîna xwe da destpêkirin û wiha dom kir: “Dewleta tirk dixwaze vê asteng bike û têkoşîna me têk bibe. Her wiha bi vê êrîşê dixwazin kantonên Cizîr û Kobanê ji hev qut bikin û serweriya xwe li ser rêya M4’ê pêk bînin. Ango taktîka wan ‘parçe bike, êrîş bibe ser û dagirker bike’ ye. Rêya navneteweyî, rêyeke stratejîk û girîng e. Di hêla civakî, bazirganî û leşkerî de xeteke girîng e. Bi vê yekê Cizîr û Kobanê ji hev qut dikin, ji hêla civakî ve jî, ji bo hewcehiya jiyanî û aborî were astengkirin ev kirin hedef. Sedema êrîşa li ser Şergiran û Eyn Îsa jî ev e. Êrîşên wan biplanin.”

Agirbesta li herêmê

Der barê agirbesta di navbeyna Amerîka û dewleta tirk de jî Hesekê ev agahî dan: “Ji ber ku em hêza li herêmê ne, vê agirbestê raste rast bandor li me jî kir. Em jî di nava pêvajoyê de bûn. Lê dewleta tirk û çeteyên wê bi pratîkî ev agirbest vala derxist. Ango DYA û Rûsyayê çavên xwe ji vê re girtine û bûne hevkarên êrîşên di dema agirbestê de. Ji hêla teknîkî ve sûd da dewleta tirk. Bi helwesta xwe jî raya giştî xapandin.”

‘Dewleta tirk dixwaze DAIŞ’ê zindî bike’

Hesekê herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Dewlet tirk dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Plana tasfiyekirinê bidawî nebûye. Helwesta HSD’ê jî ew e ku vê êrîşa li dijî xak û destkeftiyên me bişikîne û herêmê ji çete û dewleta tirk a dagirker paqij bike. Sekinandina êrîşên dawî, taktîkî ye. Dewlet tirk amadekariya êrîşê dike. li dijî herêmê şerê taybet ê derûniyê dimeşîne. Dixwaze DAIŞ’ê jinûve li herêmê zindî bike. Helbet dê têkoşîn û berxwedana me jî bi taktîk û şêwaza nû bidome. Gelê me jî li ber xwe dide û dê li ber xwe bide jî. Helbet em ê bi gelên herêmê re dawî li dagirkeriyê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar