Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Civaka êzdî Cejna Êzî pîroz dike

Piştî sê rojên rojiyê, civaka êzdî Cejna Êzî pîroz kir. Cejna Êzî ku ji bo civaka êzdî xwedî wateyeke mezin e, li bajarên weke Tirbespiyê, Şehba û Duhokê hat pîrozkirin

Civaka êzdî piştî sê rojên rojiyê îro jî Cejna Êzî pîroz kir. Civaka êzdî piştî 3 rojên rojiyê (Sêşem, çarşem û pêncşem) ji hefteya destpêkê ya meha kanûnê û li gorî salnameya kurmancî Cejna Êzî pîroz dikin. Cejna Êzî weke ‘Cejna Rojiya Mezin’ jî tê zanîn. Di navbera salnameya zayînî û salnameya şerqî de 13 roj ferq heye. Cejna Êzî li cem civaka êzdî xwedî wateyeke mezin e. Di vê çarçoveyê de li bajarên rojava û başûrê Kurdistanê civaka êzdî Cejna Êzî pîroz kir.

Li Tirbespiyê cejn hate pîrozkirin

Şêniyên êzdî yên Tirbespiyeyê Cejna Êzî bi pêkanîna rê û resmên olî pîroz kir. Lê Mala Êzdiyan di roja pêncşemê de daxuyaniyek da û diyar kiribû ku ji bo piştgiriya bi koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dê pîrozbahiyan lidar nexin. Ji ber vê yekê jî li Tirbespiyê pîrozbahî nehatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên li Şehbayê

Her wiha bi dehan malbatên êzdî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên li Kantona Şehbayê, bi boneya Cejna Êzî serdana Goristana Şehîdan a Ehres a Fafîn a Şehbayê kir. Li goristanê êzdiyan kulîlk danîn ser gorên şehîdan. Paşê ji rêveberên Yekitiya Êzdiyan Mûstefa Nebo axivî û Cejna Êzî li tevahiya civaka êzdî û gelê herêmê pîroz kir.

Ji rêveberên Yekitiya Êzdiyan a Kantona Efrînê Silêman Cafer û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Mûrad jî axivîn. Di axaftinan de Cejna Êzî li tevahiya şêniyan hat pîrozkirin û hêviya aramî û ewlehiyê ji hemû gelan re hate xwestin. Her wiha axaftvanan got ku ew bi hêvî ne li Efrînê vegerin, cejna xwe li warê xwe pîroz bikin û Efrîn ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin.

DUHOK

Yek ji bajarên ku Cejna Êzî lê hat pîrozkirin jî Duhok bû. Mîna her deverê, êzdiyên li Duhokê jî piştî 3 rojên rojiyê, îro Cejna Êzî pîroz kirin. Li hemû deverên ku Cejna Êzî lê hate pîrozkirin, daxwaza rizgarkirina êzdiyên di destê çeteyên DAIŞ’ê de hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 7 cejnên êzdiyan ên taybet hene. Cejna Êzî jî yek ji cejnên herî mezine ku tê pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar