Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kubîlay: Em ê ji kesên çek xistin serên zarokên me hesab bipirsin

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku rojane bi pêkanînên faşîzmê şiyar dibin û wiha got: “Di dema serdegirtina mala hevşaredara me ya Sûrê de polîsan çek xistine serê hevşaredara me, hevjînê wê û zarokê wê yê 10 salî. Wezîrê karên hundirîn, polîs û leşker dijminatiya kurdan dikin. Em ê ji kesên çekan dixin serê zarokên me hesabê bipirsin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li avahiya HDP’ê ya Stenbolê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay Kubîlay di serî de bal kişand ser binçavkirina hevşaredara Şaredariya Sûrê û dorpêçkirina avahiya şaredariyê û wiha got: “Mixabin her roj em bi pêkanînên faşîzmê re ji xew şiyar dibin. Roj nîne ku hevşaredarên me neyên binçavkirin, girtin û şaredariyên me neyên desteserkirin. Îro jî em bi agahiyên binçavkirinan şiyar bûn. Polîsan vê sibehê avêtin ser şaredariya me ya Sûrê. Avahiya Şaredariyê bi maşîneyên zirxî û bariyeran hatiye dorpêçkirin. Bi awayeke hemwext polîsan bi ser mala hevşaredara me Fîlîz Buluttekîn û endamê meclisa me Yilmaz Eken de girtin û binçav kirin.”

Binçavkirina hevşaredara Sûrê

Di berdewamê de jî Kubîlay anî ziman ku polîsan di serdegirtina mala hevşaredara wan de çek xistiye serê wê, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî û wiha domand: “Wezîrê karê hundirîn û polîs û leşker ewqas dijminên kurdan in. Bi çekên lûle dirêj bi ser mala hevşaredarekî de digirin û çek dixin serê zarokê 10 salî. Ev dijminatiyeke çawa ye? Em dixwazin ku raya giştî bi van pêkanînan bi hese. Em ê hesabê vê yekê niha an jî dereng bi rêbazên demokratîk û rewa bipirsin.”

Wêneyê şermê

Kubîlay da zanîn ku tişta niha bi serê zarokên wan tê kirin dê ji kiryaran re nemîne û wiha pê de çû: “Pêkanînên niha, pêkanînên salên 90’î li pey xwe hiştine. Gelê kurd tu carî desteserkirina îradeya xwe, serdegirtina malan a bêhiqûqî û ku çekê bixin serê zarokên wan, qebûl nekir. Dê ji vir û şûnde jî qebûl neke. Hûn dikarin çekê bixin serê zarokên me lê ev tenê dê bibe wêneyê şerma we.”

Komkujiyên Gurgum û girtîgehan

Têkildarî Komkujiya Gurgumê û Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê jî Kubîlay ev tişt destnîşan kir: “Operasyonên 19’ê kanûnê weke deqeke reş a dîrokê hat nivîsandin. Komkujiya Gurgumê jî yek ji komkujiyên herî bixwîn a Tirkiyeyê ye.”

Herî dawî jî Kubîlay geşedanên dawî nirxandin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar