Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Evran: Ketina Lîbyayê dê bibe dawiya îktîdara Erdogan

Rojnameger Seyît Evran anî ziman ku hêzên navdewletî li hêlekê dewleta tirk dehf didin ku bikeve Lîbyayê û li hêla din jî dijberiyê dikin. Evran got ku dewleta tirk sûcên navneteweyî dike û ev nirxandin kir: “Ketina Lîbyayê dê bibe sedema hilweşîna dewleta tirk û îktîdara Erdogan.’

Nîqaşên li ser peymana ku di navbera dewleta tirk û Lîbyayê de bi mijara ‘Muhtiraya mutabaqata hevkariya leşkerî û ewlehiyê’ hatiye îmzekirin didomin. Bi peymanê re rê li ber dewleta tirk hate vekirin ku leşkeran bişîne Lîbyayê. Têkildarî mijarê Yekitiya Ewropayê (YE), DYA, Rûsya û welatên ereb bertek nîşan dan. Serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan mîna Sûriyeyê, qewimînên li Lîbyayê jî weke ‘pirsgirêka bekayê’ nirxand û got ku dê leşkeran bişînin. Hat zanîn ku çend roj piştî axaftinên Erdogan, ‘Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya li Trablusê’ li dijî General Hafter, qebûl kiriye ku dewleta tirk piştgriya leşkerî bişîne. Der barê mijarê de rojnameger Seyît Evran ji MA’yê bi Selman Guzelyuz re nirxand.

Seyît Evran anî ziman ku Erdogan diyar kiriye ku dê piştgiriyê bide birayên xwe yên misilman û wiha got: “Heman plan li Misir û Tûnisê jî ceribandin. Lê bi mudaxaleyên hêzên navneteweyî re bêencam man. Di helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî plana Erdogan a Libyayê de neyarî heye. Li hêlekê li dijî plana Erdogan derdikevin û li hêla din jî dehf didin ku Erdogan bikeve Lîbyayê. Dişibe rewşa Iraqê ku bi piştgiriya DYA’yê kete Kuveytê. Piştre jî Sedam bidarve kirin. Tirkiye jî xistin axa Sûriyeyê û pêvajoya mudaxaleyê dan destpekirin. Mudaxaleya Erdogan a Lîbyayê dibe ku ji bo Erdogan bibe hilweşînek.”

‘Dewleta tirk sûcê navneteweyî dike’

Evren bal kişand ser aliyên li Lîbyayê şer dikin û wiha dom kir: “Dewleta tirk li dijî qanûnên ava peravan tevdigere. Sûcê navneteweyî dike. Bi hikûmeta ne rewa re peymanê îmze dike û hewl dide mudaxale bike. Ev peyman bi qasî welatên Ewropayê, welatên ereb jî eleqeder dike. Di serî de Misirê ev peyman wekî dijzagonî ragihand. Hem DYA û hem jî Rûsya ku ji bin ve piştgiriyê didin hêzên Heftar, biryar dan ku li dijî Tirkiyeyê piştgiriyê bidin hêzên bi wê re peyman îmze kirin jî. Misirê dîsa aşkera kir ku dê axa Lîbyayê ji Tirkiyeyê re nehêle û Tirkiye tawanbar kir. Dema rewşa Misirê di nava Yekitiya Ereban de li ber çavan bê girtin, xuya ye ku Tirkiye dê welatên ereb bîne hemberî xwe.”

‘Kozên di destê Erdogan xelas bûne’

Di berdewamê de jî Evren bi lêv kir ku rêveberiya dewleta tirk ji bo rê li ber nîqaşên navxweyî bigire, mijara Lîbyayê xistiye rojeva xwe û wiha domand: “Di dawiya dawî de Erdogan hemû amûrên destê xwe yên li dijî hêzên derve xelas kirin. Tirkiye û Erdogan li Sûriyeyê hemû amûr û kozên di destê xwe de xelas kirin. Ji ber vê yekê Erdogan rojekê li DYA’yê û rojekê li Rûsyayê ye. Dema diçe DYA’yê, DYA çi planê deyne pêşiya wî, wê dike. Dema vê yekê dike vêcarê jî bi Rûsya û Îranê re rû bi rû dimîne. Dema diçe Rûsyayê, vêcarê jî bi DYA’yê re rû bi rû dimîne.”

‘Dawiya Hîtler û Sedam ji xwe tê zanîn’

Rojnameger Evran daxuyand ku piştî êrîşa dagirkeriyê ya di 9’ê cotmehê ya li dijî Rojava, êdî tiştek di destê Erdogan de nemaye û wiha bi dawî kir: “Hem DYA û hem jî Rûsya tiştan ji Erdogan dixwazin. Şerekê li Lîbyayê jî dê Tirkiye û îktîdara Erdogan hilweşîne. Êdî xelasiya Erdogan a ji nava vê çiravê nîne. DYA, Rûsya û YE dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bidomînin. Lê bi Erdogan re hatine asta dawî. Tirkiye roj bi roj bêhtir dikeve nava çiravê. Erdogan di nava şerekî pir dijwar de ye. Erdogan şerê xwe li ser ‘Komkujiya kurdan’ de dimeşîne. Vî şerî bi Lîbyayê didomîne. Hîtler jî li dijî hemû cîhanê şer îlan kiribû. Lê dawiya wî bû întîhar. Sedam jî li dijî Îranê şer îlan kir. Di dawiya dawî de hate bidarvekirin. Erdogan û AKP’ê jî di nava van 16 salan de gelek sûcên civakî kirin. Aborî talan kirin. Bê hiqûqî pêş xistin.”  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar