Serlêdana hevdîtinê ya malbatan a ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hate redkirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç duh bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.
Serdozgeriya komarê serlêdana malbatan red kir.
Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dabûn û serlêdana wan jî hate redkirin. STENBOL