PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Xizmên Windayan aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn

 

Şaxên ÎHD’ê û Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê vê hefteyê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de çalakvanan aqûbeta Îsmaîl Bahçecî û di çalakiya li Êlihê de jî aqûbeta Abdulhekîm Kartal pirsîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ên Amedê di hefteya 567’an de û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan ên Êlihê jî di hefteya 473’yemîn de ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin, çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan a Amedê di hefteya 567’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de nûner û rêveberên ÎHD’ê, xizmên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan, rêveberên HDP’ê yên Amedê, endamên Meclisa Şaredariya Sûrê, endamên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek kesên din amade bûn.

‘Bila komîsyoneke lêgerîna heqîqetê bê avakirin’

Di çalakiyê de li ser navê parazvanên mafên mirovan sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û got ku ji ber qedexeya walîtiyê nikarin çalakiya xwe li Parka Koşuyoluyê pêk bînin. Acer diyar kir ku her çiqas çalakiya wan bê astengkirin jî dê çalakiya xwe ya edaletê bidomînin. Acer anî ziman ku got divê komîsyoneke ku rastiya derxîne holê were avakirin û bi vî awayî pêk bê.

Serpêhatiya Îsmaîl Bahçecî vegot

Pişt re jî endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Hasan Yalçin serpêhatiya Îsmaîl Bahçecî vegot. Yalçin wiha got: “Îsmaîl Bahçecî di sala 1968’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Di sala 1979’an de jî koçî Stenbolê kir. Bahçecî di 24’ê kanûna 1994’an de li Aksaray a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û windakirin. Li gel hemû lêgerîn û têkoşîna hiqûqî ya malbatê jî hêj aqûbeta Îsmaîl nehatiye zelalkirin.” Çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Çalakiya li Êlihê

Şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windayan ên Êlihê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ di hefteya 473’yemîn de li avahiya komeleyê çalakî li dar xist. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Daxuyaniya vê hefteyê sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Fahrettîn Asutay xwend. Asutay bal kişand ser têkoşîna edalet û têkoşîna hiqûqî ya Xizmên Windayan û got ku dê lêpirsîna ji bo aqûbeta windayan bidomînin. Asutay piştre jî çîroka Abdulhekîm Kartal vegot. Asutay serpêhatiya Kartal wiha parve kir: “Abdulhekîm Kartal di 16’ê tebaxa sala 1991’an de li navenda Êlihê hate windakirin. Ji wê rojê ve ji Kartal tu agahî nehatine wergirtin.”

Çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. AMED/ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar