Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Ger kongreya neteweyî bihata lidarxistin rewşa Rojava wiha nedibû’

Rewşenbîr û nivîskarên Kerkûkê diyar kirin ku ger kongreya neteweweyî beriya êrîşa dewleta tirk bihata lidarxistin, rewşa Rojava wiha nedibû. Axaftvanan got ku destkeftiyên Başûr di bin gefan de ne û destnîşan kirin ku ji bo kongreyê hê jî dereng nîne

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo avakirina yekitiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî, li başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomîne. Rewşenbîr û nivîskarên Kerkûkê têkildarî hewldanên KNK’ê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de nivîskar Burhan Berzencî da zanîn ku lidarxistina kongreya neteweyî ji bo her neteweyên xwedî ziman û çand girînge. Berzencî wiha domand: “Ji bo rêbazeke baş bê dîtin, dibe ku ne carek, du car jî kongre were lidarxistin. Pêwîste kongreya neteweyî were lidarxistin. Ji bo neteweyên din jî bibe rêbazeke taybet.”

‘Ger kongre bihata lidarxistin rewşa Rojava wiha nedibû’

Rewşenbîrê bi navê Behadîn Nesredîn jî destnîşan kir ku ji bo ku pêşî li dagirkeriya li Rojava bihata girtin, diviyabû kongreya neteweyî beriya bihata lidarxistin û wiha dom kir: “Ger wê demê kongre bihata lidarxistin, dê li dijî destdirêjiyên dewlet tirk, sekneke xurtir bihata nîşandan. Lê niha jî ji bo lidarxistina kongreyê dereng nîne. Ji ber ku başûrê Kurdistanê jî dibin metirsiyê de ye. Hikûmeta Iraqê hilweşiyaye. Dibe ku di destûrê nû de navê Herêma Kurdistanê û xala 140’an neyê kirin. Ji bo parastina mafên gelê kurd, divê hemû aliyên li Kurdistanê ji bo kongreyê gav biavêjin. Ev daxwaza hemû kurdan e.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar