Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK ketiye nêçîra welatiyên Mexmûrê!

Ev bi salan e ku êrîş û zexteke mezin li ser penaberên azadiyê yên Mexmûrê heye. Tevî ku bi qonaxa hezaran kîlometreyan ji axa xwe koçber bûne û li penaberiyê jî dijîn, hebûna wan tim ji bo dagirkeriyê bûye tirs û xofeke mezin. Kengê ji destê dijmin hatiye xwestiye derbekê lê bide û parçe bike.

Jixwe pêvajoya koçberiya wan a heta Mexmûrê jî vê yekê nîşan dide. Xelkê Mexmûrê yên biqasî têkoşîna jiyanê di her şert û mercî de kirin, tim li dijî êrîş û paşverûtiya dixwaze li ser bê sepandin jî serî rakiriye û li ber xwe daye.

Dîrokeke ku cihekî berfireh li xwe girtî, bi êş û serketinên xwe kariye di roja îro de her kes wê binase û ji bo modela wê bike merqebeke serdanê.

Mexmûr a bi navê xwe yê din penberî, xuliqkar û jiyan di her kêliyê de kariye ji tarîtiyê xwe bigihîne roniyê û êşên xwe bi xwe bipêçe, birînên xwe bikewîne. Xwedî çîrok û serpêhatiyên ku mînakên wê tune, xwedî kesayet û lehengên binirx e. Hema bêje tu malek nîne ku parçeyek ji canê xwe nedayî û bê erk. Ev jî dihêle ku di warê zanistî û rêxistinbûnê de wê bike eniyeke têkoşîn û mezinkirina şoreşgeran. Lewra dijmin heta zarokên dergûşê mîna ‘terorîst’ binav dike. Lewma vê fikr û ramanê ji bo xwe xeter dibîne, tim dike hedefa xwe.

Erdnîgariya Mexmûrê, cihekî ne çol û ne jî çiyayî ye; xwedî avhewayeke zuha û hişk e. Zivistanê sar, havînê germ e. Kanî û çavkaniyên xwe yên avê ku pê debara jiyanê bê kirin nînin. Ji jiyanê re ne destayî ye. Lê belê vî gelê ku sînga xwe dayî ber her cûre zehmetiyên jiyanê, kir ku jiyan lê vejene. Cihekî bi nakok û tim aloz e Mexmûr! Dikeve devera herêma nakok a xala 140 a ne hikûmeta Iraq û ne jî Kurdistan baş xwe lê dike xwedî. Xelkê Mexmûrê ev ji bo xwe nekir derd û kul ku ji xwe êşên wan besî wan bûn. Yekitiya xwe çêkir, şerê man û nemanê da û ser xist. Îro tu bibîne tu bawer nake ku ew dever rewaş îro be. Bêguman pêkanîna vê ne hêsan bû, gelek berdêl hatin dayîn. Gelek êş hatin kişandin.

Dîsa jî vî gelî xwe li ber her şert û mercên heyîn û neyînê girt. Di warê perwerde, huner û avaniyên civakê de sazî û dezgehên xwe yên pêwîst pêşxistin. Heta bû modeleke jiyanê. Bi sîstema xwe ya heyî kir ku ji gelek deverên cîhanê her kes bêrê xwe bide Mexmûrê. Ev jî yek ji berdêlên êş û azarên dehan salan hatî kişandin pêk hatibû. Ango weke encamekî wê derket holê.

Lê tevî vê jî, dewleta tirk qet ranewestiya. Di her fersend û kêliyê de bi hevkarên xwe, bi destên xayînan êrîş anî ser vê wargehê û sîstema wê. Nexasim di pêvajoyên dawî de, bi hevkariya rêveberên PDK’ê bi hezaran karkerên Mexmûrê yên ji bo debara xwe ya rojane li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê kar dikirin, ji kar derxistin û heta dersînor kirin. Her wiha astengiyên ji bo belgeyên wesayîtan bigire, heta girtina kar û barên cuda bûn rêgir. Bi hincetên pûç û vala ango yekrêziya başûrê Kurdistanê xira dikin, pirsgirêkan derdixin. Di serî de karker û gelek xwendekar û kesên cuda yên Mexmûrê li Başûr asteng kirin.

Bi vê jî têr nebûn, bi taybet piştî kuştina endamekî MÎT’ê yê bi navê Osman Kose ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê ji aliyê ciwanên kurd ve hat kuştin û şûnde bi destê hinek rêveberên PDK’ê ambargoyeke mezin hate danîn. Bi vê bûyerê re hemû rêyên diyalogê hatin girtin û gotin di cih de be pişta xwe dan mihaciran! PDK a ku di her kêliyê de vê yekê înkar dike, bi daxuyaniya HRW’ê re gelek tişt derketin pêş ku rastî çi ye.

Artêşa tirk bi saziya Îstixbaratê ya PDK’ê Parastinê, kete nêçîra xelkê Mexmûrê. Hema bêje tu dezgeh, şirketên kar û heta atoliyeyên biçûk nema ku parastinê serî lê neda ku xelkê Mexmûrê hebin, derbixin an derbarê wan de lêpirsîn venekirî. Rêgirî li nexweşan dike, astengiyan ji bo xwendekaran dikin û dîsa gelek kesên ji bo bikarin rojaneya xwe biborînin biçin kar li bendên kontrolê yên cuda tên girtin. Heta niha bi dehan kes hatine girtin û di deste asayîşa PDK’ê de ne.

Bi hincetên bê bingeh diçin cihên kar, karkerên Mexmûrê ji kar derdixin. Sedemekî bi aqilane jî diyar nakin. Tenê ji bo êşê û zilmê li penaberan bikin vê dikin. Rojane bizanin li ku karkerek an welatiyek Mexmûrê heye, wî dibin Asayîşa Giştî ya Hewlêrê, MÎT û Parastin li gel hev lêpirsîn dikin. Pirsên mîna ‘xelkê ku ne? Malbata we çend kes in? Navên xal, mam, zarokên wan? Têkiliya we ya bi PKK’ê re çi ye? Çi karê te li vir heye’ hwd. bi dehan pirsên wiha dikin. Gelo armanca van pirsan çi ye? Ji bo çi ev pirs tên kirin. Ev pirsên MÎT’a tirk in. Çi bi karê parastinê ketiye bê ka malbata wan çend kes in? An jî navê xal, mam û zarokên wan çi ye. Ev MÎT qeyd dike û ji bo bizane bê ka çawa tevger dikin û çend kes li wargehê hene, çi kar dikin. Heta dibe ji bo hevkariyê daxwaziyê jî bike.

Di vê mijarê de divê ciwan û gelê wargehê baldar be. Ev ne pêkanînek hema ji rêzê ye ku nû tê kirin. Ev plan û projeyeke kûr a dijmin e. Li cihekî kêmek xwe sist bikin, dibe derbên xurt li mirovan bide. Ji bo wê divê bi sebir bin û bi zanistî tevgerbigerin.

Dîsa di van rojên dawî de Erdogan çavê xwe berdaye Mexmûrê û dibêje ‘yên li Mexmûrê dijîn hemû terorîst in’ ji bo ewlehiya xwe li ku be ew ê li ‘terorîstan’ bide. Ev jî bi serê xwe trajediyeke Mexmûrê ye. Tevî ku xwedî statûyeke penaberiya siyasî û di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye jî, di nava 3 salên dawî de çend caran hate bombekirin û sivîl bûn qûrbanî. Heta niha ne NY û ne jî saziyeke mafê mirovan têkildarî vê hovîtiyê helwesteke diyar raber nekiriye. Ev jî dihêle ku mestirsiyên li ser Mexmûrê dewam bikin.

Rojên borî dîsa Erdogan gefa êrîşê li Mexmûrê kiribû. Di atmosferekî wiha de bêdengmayîna gelek saziyên mafê mirovan û koçberan cihê fikar û gumanê ye. Ev jî dihêle ku êrîşên li ser penaberên Mexmûrê rewa bê nîşandan.

Lê çi dibe bila bibe, ev gel ê xwedî dîrokeke berxwedanê wê serî li ber zilmê û hevkarên wê netewîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar