Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Ji Fedekar tenê wêneyek û hestiyên wî man’

Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û şandibûn ATK’a Stenbolê yek jê jî yê Fedekar Tûran e. Dayik Nûriye Tûran ku hestiyên kurê xwe wergirtin û veşartin, wiha got: “Ji Fedekar tenê wêneyek wî û hestiyên wî mane.”

Di 19’ê kanûna 2019’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenazeyên li goristanê biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Paşê ev cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatibûn veşartin. Piştî DNA’yên malbatan û hin cenazeyan li hev derketin 10 cenaze dan malbatan. Yek ji van cenazeyan jî yê Fedekar Tûran bû. Malbata Tûran piştî 2 salan di 14’ê kanûna 2019’an de hestiyên kurê xwe wergirtin û li gundê Gozeldere yê Tetwanê veşartin. Tevî cara dawî heta niha malbatê çaran caran cenazeyê Tûran veşartiye.

Dayika wî Nûriye Tûran ku nameya kurê xwe ji ber kiriye wiha got: “Nameyek ji min re şandibû. Tirsiyam ku ji min bistînin, loma min ji ber kiribû. Ji Fedakar tenê wêneyek û hestiyên wî mane.”

‘Zarokên me ne bêkes in’

Fedakar Tûran di sala 1975’an de li gundê Gozeldere yê Tetwanê hatiye dinê û di sala 1993’yan de jî tev li nav refên PKK’ê dibe. Di heman salê de li Deşta Gozeldereyê di şerekî de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî li Gozeldereyê tê veşartin. Piştî 12 salan di sala 2012’yan de cenazeyê wî vê carê li Goristana Xerzanê tê veşartin.

Dayik Nûriye Tûran anî ziman ku piştî cenaze hatiye xerakirin qederekê nizanibûne cenaze birine ku derê û ji bo cenazeyê zarokên xwe wergirin serlêdan pêk anîne. Tûran ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire 2 salan li ber xwe dide, diyar kir ku zarokên wan ne bêkes in.

‘Li gorên Fîrewun û Newrûd jî tiştên wiha nehatine kirin’

Tûran diyar kir ku piştî cenazeyê kurê xwe wergirtiye jê re cihek dîtin, lê belê nehiştine li wî cihî bê veşartin û ev tişt anî ziman: “Nehiştin em zarokên xwe li gor dilê xwe li cihekî veşêrin. Tişta kirine wehşeteke mezin e. Ji hestiyên me ditirsin. Ev ne wehşet be îca çi ye? Di tu dînî, di tu pirtûka pîroz de ji bo texrîbkirina goristanan tiştek tuneye. Fîrewn û Nemrûd komkujiyên mezin kirine, lê ev tişt li wan jî nehatiye kirin. Pêxemberan jî bi rêx û hurmet nêzî gorên mirovên ji dînên din bûne. Ev doza çi li gorên zarokên me dikin?”

Di berdewama axaftina xwe de dayik da zanîn ku ew bibîrhatiyên kurê xwe dijî û wiha domand: “Dilê wî pir bi ser min vebû. Rewşa me ya aborî nebaş bû. Min tim kincên wî didirûtin û lê dikirin. Li dibistanê êrîşî wî kiribûn û şer kiribû. Mamosteyê wî ji min re gotibû, ‘Kurê te behsa doza kurdan dike’. Di wî emrê xwe yê biçûk de jî neheqî û bêedaletî tehemul nedikirin. Li hemberî êrîşên li ser gel tim di nav lêgerînan de bû.”

Wêneyek û nameyek

Dayik Tûran destnîşan kir ku ji ber zext û zoriyên li ser wan, kinc û eşyayên kurê xwe avêtine çem, ji bo ji wan nestînin û got ku ji kurê wê tenê wêneyek maye. Tûran ku nameya kurê xwe û helbesta di nameyê de ji ber kiriye, ev tişt anî ziman: “Berî biçe bi rojekê ji xwe re kinc kirîbûn. Ji bo kincên wî, pêlavên wî ji min nestînin min hemû avêtin çem. Min dizanibû gava biavêjin ser malê dê kincên wî jî bibin. Nameyek ji min re şandibû. Tirsiyam ku wê jî ji min bistînin loma min ji ber kir. Ji Fedakar tenê wêneyek û hestiyên wî mane.”

Dayik Tûran nameya kurê xwe û helbesta di nameyê de ji ber kiriye û xwend.

Helbesta ku Tûran ji dayika xwe re şandibû wiha ye:

“Kûro dino çiya bilind e ez te nabînim

Lê lê dayê ez çûme çiya û zozana

Min xatirê xwe ji te nexwest

Tu şîrê xwe li min helal bike

Lê lê dayê tu pirsa min dikî

Ez rûniştîme şikeft û newalan

Ser kitêbê digirim dersa Kurdistan.”

Her wiha dayikê bi bîr xist ku cenazeyê kurê wê 252 rojan li goristana bêkesan hatiye hiştin û bang li malbatin din kir ku rojek berî rojekê cenazeyên zarokên xwe wergirin. BEDLÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar